Fransayê careke din fînanse kir ku îadeya nasnameyan li Şengalê bike

2021/12/65654-1640159377.jpg
Прочитано: 1613     12:30     22 Декабрь 2021    

Programa Neteweyên Yekbûyî ya Nishtecêbûnê (NY-Habitat) pêşwazî li alîkarîya zêde ya Hikûmeta Fransî dike ku 425.882 Euro piştgirî dide penaberên ku vê dawîyê vegeriyan herêmên xwe û hewil didin jîyana xwe jinûve ava bikin. Di nava penaberan de malbatên Êzidî hene.
Projeya ku tê pêşniyarkirin, bi armanca başkirina maf û mercên jiyanê ye ku tevkariyê li vegera mayînde ya malbatên Êzidî ya li herêmên Şengal û Beacê dike. Zirara binesaziyê yek ji astengiyên sereke ye ku dibe asteng ku gelek penaber venegerin herêmên xwe.
Alîkariya qanûnî ya ji bo 200 malbatan û vegerandina du dibistanan, wê ji bo xurtkirina desteka ji bo nêzî 27 hezar kesî were bikaranîn. Ev înîsiyatîf jî bi armanca teşwîqkirina malbatên din ên Êzidî yên ku dibe hîna di kampan de bin, xaniyên kirê bikin an jî bi xizmên xwe re bijîn da ku vegerin nava civakên xwe, dizanin ku ew ê ji bo zarokan bigihîjin normalîzekirina binesazî û perwerdehiyê. Di heman demê de malbat jî wê ji bo dosyakirina îdîayên tazmînata ji bo mal û milkên hatine windakirin an jî zerar dîtine, bigihêjin alîkariya hiqûqî.
Sefîr Erîc Chevalîer got, "Fransa serbilind e ku destekê dide vê projeya Neteweyên Yekbûyî-Habitat ku li ser xizmetên bingehîn ên weke xanî û perwerdeyê disekine. Ji bo vegera penaberên Êzidî bi taybetî li Şengal û Beacê, sererastkirina binesaziyê şert e. Em li aliyê gelên Iraqê di jinûveavakirina herêmên ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê yên terorîst hatine rizgarkirin de ne û em ê bimînin.
NY-Habitat ji sala 2016'an û vir ve li Şengalê û ji sala 2020'an û vir ve jî li Baaj bi desteka madî ya hikûmetên Japonya, Dya û Yekîtiya Ewropayê ji bo kesên bêmal mane xanî çêbike, ji bo restorekirin û modernîzekirina binesaziya navîn, saziyên cemaweriyê, ji bo ciwanên bêkar perwerdeya pîşeyî û derfetên kar peyda bike û alîkariya hiqûqî bide kesên vegeriyane.

Тэги:

Fransayê careke din fînanse kir ku îadeya nasnameyan li Şengalê bike

2021/12/65654-1640159377.jpg
Прочитано: 1614     12:30     22 Декабрь 2021    