Piştî salan, Êzdî li welatê xwe bûne "xerîb"

2021/12/8574-1640071142.jpg
Прочитано: 420     15:30     21 Декабрь 2021    

Zêdetirî 200 hezar Iraqî yên koçber bûne di kampên penaberan de dijîn û di nav wan de penaberên Êzidî jî hene.
Êzîdiyên Iraqê jî her sal cejna Aîda Êzîd li hemû êzdiyên din ên ji seranserî cîhanê pîroz dikin Aida Ezîd cejneka afrandina cîhanê ye, ku zivistan ji aliyê êzdiyan ve tê pîroz kirin, di nîvê duyê kanûna yekem de, di îna duyem an sêyem de piştî sê rojan rojî girtin, lê di van salên dawî de bûyerên bi vî rengî di bin çavan re derbas dibin ji ber ku hejmareke mezin ji êzîdiyên Iraqê di kampan de ne ji bo kesên koçber bûne.
Raporteke kovara The Conversation nîşan dide ku ji dema ku terorîstên DAIŞI-ê bi hezaran Êzîdî ji bajarok, gund û malên xwe derxistine, çiqas cejna "Aida Êzîd" hatiye guhertin.
Zêdetirî 200 hezar Welatiyên Iraqê yên koçber bûne di kampên penaberan de dijîn û heta niha çarenûsa nêzî 3 hezar jin û zarokên Êzidî ji ber ku di sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, nehatiye zanîn.
Malperên înternetê diyar dikin ku dîroka gelê kevnar ê Êzidî li bakurê Iraqê bi zordarî û tundiyê tijî ye, ji ber ku ev 6 sedsal in gelê Êzidî ji aliyê radîkalên îslamî û rejîmên cuda yên ku serweriya welat dikirin ve rastî zulm û zordariyê tên.
Ji sala 2014 'an û vir ve bi desteserkirina erdên Êzidiyan ji aliyê terorîstan ve, her tişt hîn dijwartir bûye, Êzidî ji cih û warên bav û kalan derketine û li kampên Kurdistana Iraqê bi cih bûne. Di kampan de kesên di hundir de hatine koçberkirin ji bo av û kehrebeyê têdikoşin û ji ber lêçûnên madî yên zêde lêçûnên madî, lênêrîna tenduristiyê qet nayê peydakirin.
Rêkevtinnameya ku di navbera hukûmeta Iraqa federal û hukûmeta Kurdistanê de li ser vegerandina aramîyê li devera Şangalê hatiye muhrkirin, heta niha bi cih nehatiye, ev rêkevtin dê derfetekê bide Êzidîyan da ku vegerin ser xaka xwe.
Penaberên Êzidî du vebijêrk hene: Tevî rewşa jiyanê ya dijwar jiyana li kampan dewam bikin an jî tevî metirsiyên tundiya siyasî û leşkerî vegerin herêmên xwe.
Bajarê Şengalê keleha sereke ya Êzîdiyên Iraqê ye, lê di 10 'ê Hezîrana 2014'an de ev bajarê ku hejmara wan nêzî 300 hezar kes e bi ser koma terorîst DAIŞ'ê de ket.
Êzîdî miletekî şerxwaz in ku neşikestine, dijminan nekariye wan feth bike û tune bike, bi sedsalan Ezîdî heta dilopa xwîna dawî şerê bêbextan dikin, ruhê wan nayê şikandin û hêviya jiyan û azadiyê di çavên wan de dişewite.
Ji ber ku gelê êzidî yê herêmî çekên xwe ji bo xweparastinê tune bûn û piraniya şêniyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jin û zarok ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê ve hatin girtin û kolekirin tevî ku hinekan hîna karîn birevin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku gelê Êzîdî ku kêmnetewe ye li herêmên Bakurê Iraq û Sûriyeyê dijîn û ji ola Şerfedîn a yekperest îsbat dikin bi yek Xwêde û heft milyaketên bi pêşengiya melekê Tawus (MalakTaus) bawer dikin Bi sedsalan Ezîdî ji ber bawerî û ola xwe rastî zulma faşîstan tên.

Mraze Ronî

Тэги:

Piştî salan, Êzdî li welatê xwe bûne "xerîb"

2021/12/8574-1640071142.jpg
Прочитано: 421     15:30     21 Декабрь 2021    