Binpêkirina mafên penaberên Êzidî

2021/11/4515-1638174610.jpg
Прочитано: 981     12:30     29 Ноябрь 2021    

Human Rights Watch: Belarûs û Polonya li ser sînor mafên mirovan binpê dikin

Human Rights Watch di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hem Belarûs hem jî Polonyê li sînorê xwe bi hezaran koçber di nav de penaberên Êzidî asê mane, binpêkirinên mafên mirovan ên 'cidî' kirine.
Di daxuyaniya parêzvanên mafên mirovan a ji aliyê AFP-ê ve hat gotin, hikûmetên her du welatan "neçar in pêşî li mirinên din bigirin, bi ewlekirina mirovên li herêma sînor asê mane, bi rêk û pêk xwe bigihînin mirovan."
Hevpeyvînên lêkolînerên HRW-ê bi 19 kesan re pêk anîn, nîşan didin ku nobetên sînor ên Polonyayê bi awayekî hovane nêzî koçberan dibin.
Di raporta “Human Rights Watch” de bal tê kişandin ser van pêkanînên li gorî qanûnên Yekîtiya Ewropayê mafê penaberiyê tê binpêkirin û bang li YE tê kirin ku bi penaberên li ser sînor her du aliyên ji ber şert û mercên serdest mexdûr in, hevgiriyê nîşan bide.
Êzidiyên ku li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mane, dikevin bin statuya penaberan.
Penaber ew kes in ku bi wateya pênaseya Peymana Cenêvê ya sala 1951'ê ya girêdayî statuya penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Protokola wê ya Taybet, ji ber tirsên bibingeh, dibe ku bibin qurbanê çewisandinên li ser bingeha nîjad, ol, netewetî, aîdî komeke civakî, meyla cinsî an jî nêrînên siyasî, derveyî welatîbûna xwe ne û nikarin ji parastina vî welatî hez bikin an jî ji ber tirsên wisa naxwazin xwebiparêzin; an de, ne xwedî neteweyeke diyar û li derveyî welatê niştecîbûna wan a berê di encama bûyerên bi vî rengî de, ji ber tirsê nikarin vegerînin an jî naxwazin vegerin.
Li gorî lêkolîneran " tundûtûjî, dermankirina ne mirovî an jî xirabkirin û zordarî" ji aliyê pasevanên sînor ên Polonî ve "karekî hevbeş" bû, û ev tedawî "di hin rewşan de dibe ku îşkenceyê pêk bîne di binpêkirina erkên hiqûqî yên navneteweyî de."
Raporta HRW, pasevanên sînorî yên Polonî tawanbar dike ku hin koçber ji endamên malbata xwe veqetandin, di nav de dê û bav ji zarokan, kesên ku pêdivîya wan bi lênihêrîna bijîşkî heye birin nexweşxaneyê û yên mayî jî dişînin Belarûsê HRW'ê bang li her du welatan kir ku dersînorkirina hev a koçberan rawestînin û çavdêrên serbixwe peyda bikin ku rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de bi gihan herêmên sînorkirî yên niha qedexe ne.
Di nava koçberên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane de bi sedan Êzidiyên ji Iraq û Sûriyeyê hene. Tevî ku YE qebûlnekirina wan red dike jî, hewl didin ji sînorê Polonyayê derbas bibin û xwe bigihînin welatên din ên Ewropayê.

Тэги:

Binpêkirina mafên penaberên Êzidî

2021/11/4515-1638174610.jpg
Прочитано: 982     12:30     29 Ноябрь 2021    