Elmanyayê koçberên ji Belarûsê qebûl nekir

2021/11/04-1637995689.jpg
Прочитано: 1934     15:00     27 Ноябрь 2021    

Elmanyayê, pêşniyara Belarûs a ji bo qebûlkirina 2 hezar koçberên niha li ser sînorên rojhilat ên Yekîtiya Ewropayê asê mane, red kir.

Ajansa Reutersê ku navê xwe eşkere nekirî ji ajansa Reutersê re axivî û got, "Fikra çêkirina korîdoreke însanî ji bo Elmanyayê ji bo 2 hezar koçberan, ne çareseriyeke ku ji aliyê Elmanya yan jî YE ve bê qebûlkirin e."

YE hikumeta Aleksander Lûkaşenko sûcdar dike ku koçberên ji çar aliyên Rojhilata Navîn berhev dike, zextê li wan dike ku ji sînorên welatên Yekîtiya Ewropayê derbas bibin.

Lûkaşenko her wiha tê sûcdarkirin ku piştî hilbijartinên dawî yên li welêt, koçberan weke çîpa bazariyê bi kar tîne û zorê dide YE ku cezayên li Belarûsê hatine ferzkirin rake.

Di nava koçberan de bi hezaran mêr, jin û zarokên ji Kurdistanê hene, tevî bi dehan malbatên penaberên Êzidî yên ji şer û qirkirina sala 2014'an rizgar bûn, lê li ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê man. Di rojên dawî de, piştî ku bi çend hefteyan di nava şert û mercên giran ên daristanên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê de derbas bûn, zêdeyî 430 penaber bi dilxwazî vegeriyan welatê xwe.

Li gor ragiahndina hukûmeta herêma Kurdistanê nêzîkî 500 koçberên din tomar kirine da ku di firrokeya bihê ya valakirinê de ku biryar e di dawîya heyva Mijdarê de vegere Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha ji nêzîk ve li gel Hikûmeta Federal a Iraqê kar dike ji bo hêsankirina vegera bi dilxwazî ya koçberan Rayedarên Kurdistanê jî ji bo alîkariyên mirovî bigihînin mirovên ku hê li Belarûsê dimînin bi hevkarên li YE-yê re têkiliyê datînin.

Reuters

Тэги:

Elmanyayê koçberên ji Belarûsê qebûl nekir

2021/11/04-1637995689.jpg
Прочитано: 1935     15:00     27 Ноябрь 2021    