Gurcistan dê "herêmên azad" ên nû li ser axa xwe veke

2021/11/52310-1637833351.jpg
Прочитано: 943     14:00     25 Ноябрь 2021    

Hukûmeta Gurcistanê ji niha ve dest bi karkirina têgeha deverên nû kiriye û ev jî dê sûdên pêşinyarkirîyên ji bo sermayedarên ayinde dîyar bike.
Wezîra Aboriyê Natîa Tûrnava got, "herêmên azad" ên nû wê li Gurcîstanê derkevin holê ku veberhênerên ku di nav de yên tûrîstîk jî hene bikişîne.
"Free zone cihên li ser axa Gurcistanê ne ku baca taybet û fêdeyên din dê li wan bên sepandin.
"Piştî krîza ji ber vîrûsa korona û ji ber polîtîkaya razemeniyê ya nû, em eleqeya veberhêneran a li "herêmên azad" dibînin û ev yek jî dike ku veberhênanên mezin bikişîne nava xwe. Tûrnava diyar kir, niha em li nûbûnekê difikirin - herêmên nû yên tûrîstîk jî di nav de li peravên “Black see” in.
Li gor wê, hikûmeta Gurcistanê ji niha ve dest bi kar kirina têgeha deverên nû kiriye, ku dê sûdên pêşnîyarkirî bo sermayedarên paşerojê dîyar bike.
Tûrnava got, "Ev der wê qadên tûrîzm û pêşvebirinê bin, ku niha eleqe li ser heye, her wiha herêmên fînansî yên bê pere ne."
Beriya niha Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Garîbaşvîlî jî avakirina herêmeke bi vî rengî ragihandibû. Li gorî serokê hikûmetê, wê li peravên Derya Reş ên li Gonîoyê ku bala wê li ser qumarê be, herêmeke tûrîstîk derkeve holê.
Li gorî wî, qumarxane, ofîs, banka û otêl wê li wir bin.

Sputnik-georgia.ru

Тэги:

Gurcistan dê "herêmên azad" ên nû li ser axa xwe veke

2021/11/52310-1637833351.jpg
Прочитано: 944     14:00     25 Ноябрь 2021    