Dê di sala 2022-an de çiqas drav ji bo şerê pandemîk li Gurcistanê were veqetandin

2021/11/54323-1637147813.jpg
Прочитано: 954     14:00     17 Ноябрь 2021    

Wezîr ragihand, pêşnûmeya guhertinên budçeya dewletê ya sala 2021 'an wê di demeke nêz de pêşkêşî parlamentê were kirin.
Wezîrê Maliyeyê yê Gurcîstanê Laşa Xûtsîşvîlî diyar kir, rayedarên Gurcistanê wê di sala 2022'an de ji bo têkoşîna li dijî pandemîka koronavîrûsê 500 mîlyon larî xerc bikin û pêşnûmeyeke sererastkirî ya budçeya dewletê ya sala 2022'an pêşkêş kir.
Di heman demê de, li gorî serokê Wezareta Maliyeyê wê di sala 2022'an de 1,9 mîlyar larî ji bo xizmeta tenduristiyê bê veqetandin.
Di heman demê de Xûtsîşvîllî da xuyakirin ku di demeke nêz de wê pêşnûmeyeke guhertina budçeya dewletê ya sala 2021 'an pêşkêşî parlamentê were kirin û li gorî vê yekê, lêçûnên ji bo têkoşîna li dijî korona vîrûsê wê mîlyarek larî derbas bike. Di budçeya dewletê de heta roja îro GEL 900 mîlyon ji bo van armancan hatiye veqetandin.
"Ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa korona îsal pêwîstî bi zêdeyî 1 mîlyar larî hebe, ev pirs derdikeve holê ku sala bê 500 mîlyon wê bes be yan na. Bê guman metirsî heye ku ev miqdar têrê neke, lê du sedemên kêmkirina lêçûnan di pêşerojê de hene: kirîna derziyan, ji bo wê îsal me 150 milyon larî xerc kir, û zêdebûna hejmara kesên xwedî parêzbend."
Di heman demê de, wî destnîşan kir ku li ber çav girtina kesên ku berê hatine aşlekirin û yên nexweş ketine û zêdebûna rêjeya aşlekirinê, dê heta dawiya salê ji sedî 65 ê nifûsê bêparetî hebe û ev yek jî dê buhayê dermankirinê kêm bike.
Li Gurcîstanê heta roja îro ji sedî 33,9 ê nifûsa welêt bi temamî li dijî koronavîrûsê hatiye aşlekirin.

Sputnik-georgia.ru

Тэги:

Dê di sala 2022-an de çiqas drav ji bo şerê pandemîk li Gurcistanê were veqetandin

2021/11/54323-1637147813.jpg
Прочитано: 955     14:00     17 Ноябрь 2021    