Nadia Murad li pêş Civata Mafên Mirovan ya Senatoya Amerîkî axaftin dike

2021/11/33333-1636102139.jpg
Прочитано: 382     15:30     05 Ноябрь 2021    

Nadîa Mûrad di 26'ê Cotmeha 2021'an de li ber Civata Mafên Mirovan a Senatoya DYA bi serokatiya senator Chrîs Coons û Thom Tillis îfade da. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser teşwîqkirina çêkerên siyaseta Amerîkî ji bo bersivdayîna şîdeta zayendî li gelemperiya cîhanê û afirandina parastinan ji bo pêşîgirtina li dubarebûna vê hovîtiyê

Gotinên Nadia li jêr bixwînin:

“Senator Coon û Tillis, ji ber ku we îro ez vexwendim vir gelek spas dikim. Û ji bo hemû Caucusê, spas dikim ku we derfet da me ku em li ser tundûtûjiya zayendî ya bi pevçûnê re nîqaşeke watedar bikin. Ez bêsebir li benda axaftineka berhemdar im û ji bo ku bi te ra bi pêş ve herim dixebitim.

Dibe ku hin ji we çîroka min bihîstibin. Ez ji civaka Êzidî, kêmneteweke olî ya li bakurê Iraqê me ku bi sedsalan e ji ber baweriya me zilm lê tê kirin.

Di sala 2014 'an de tişta ku DYA û Neteweyên Yekbûyî îlan kir, DAIŞ'ê civaka min kir hedef. Bi sed hezaran Êzidî li ser destê DAIŞ'ê hatin qetilkirin û koçberkirin. Yek ji taktîkên wan ên destpêkê şîdeta zayendî bû. DAIŞ'ê zêdeyî 6 hezar jin û zarok dîl girtin. Piranî rastî koletiya zayendî hatin, mîna objeyan hatin kirîn û firotin.

Ev hovîtî ne tiştekî bêçare bû. Hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî gelek derfetên xwe hebûn ku mudaxele bikin - ne tenê ji bo parastina Êzidiyan ji DAIŞ'ê, lê belê berevajîkirina marjînala siyasî, civakî û aborî ya bi dehan salan ku civaka min ewçend bêparastin hişt.

DYE demeke dirêj beriya DAIŞ'ê li Iraqê xwedî hebûneke xurt bû. Lê belê kêm bala jin û keçên li welêt hat kişandin. Dema ku mirov li ser mijarên ewlehiya neteweyî bifikire, li ber çavan girtina mafên jinan hêsan e. Lê ev encamên giran bi xwe re tîne.

DAIŞ'ê bandora bêîstîkrariyê ya şîdeta zayendî bi temamî fêm kir û koma terorîst jî li gorî berjewendiyên xwe bi kar anî. Di dema îsyanên xwe yên sala 2014 'an de DAIŞ'ê êrîşî gelek civakan kir. Lê belê planeke wan a taybet ji bo Êzidiyan hebû.

Ev plan bi kolekirin, firotin û destavêtina jin û keçên mîna min ve girêdayî bû. Wan giringîya jinan ji bo civakên bihêz dizanî û êrîşkirina li ser mafên jinan civakan bêîstîkrar dike, pêşketina aborî asteng dike û demokrasîyê asteng dike.

Ev nimûneyek e ku em li seranserê cîhanê dibînin- dema ku jin marjînal dibin, civakan bêîstîkrar dibin. Ez xemgîn im ku dibêjim Êzîdî di 7 salên qirkirinê de nekarin jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Bi qasî ku DAIŞ'ê tunekirina me pêş xist, tu kesî pişta xwe neda başbûna me.

DYA jî mîna yên din ji bo têkbirina DAIŞ-ê razemeniyeke giran kir, lê belê bi têrkerî destek neda civakên ku ji îdeolojiya terorê ya DAIŞ-ê êş kişandine. Divê operasyonên mîna Koalîsyona Têkbirina DAIŞ'ê pêşî li parastina jinan û pêşîgirtina li şîdeta zayendî veke.

Danîna van mijaran ber bi aliyekî ve, encamên ku digihêjin heta paşerojê hene. Dema pevçûn dibe şîdeta zayendî naqede. Nêzî 2 hezar û 800 jin û zarokên Êzidî hene ku li seranserê Sûriye, Tirkiye û wêdetir hê jî dîl girtî ne. Koledariya wan zû ji manşet û pêşiyên siyasî sist bû.

Li cihên cudahî û piştî pevçûnê yên li cîhanê, ji ber nebûna ewlehî, nepenî û îstîkrara aborî jin tên îstîsmarkirin. Ne tenê di esaretê de, li kampên ku gelek jinên mîna min ji bo başbûnê hatine şandin, min şahidîya îstîsmarê kir. Lê belê dema ku hawira kampên ji cih û waran yekser jinan dixe nava rîskê, mirovên saxman nikarin baş bibin.

Ez bi doza Êzidiyan re diaxivim, ji ber ku min ji destpêkê ve dît bê şîdeta zayendî bandoreke çawa li xwişk, xwarziyê min û hevalên min kiriye. Lê belê mijar ji bo civaka min ne bêhempa ye. Di heman sala Qirkirina Êzidiyan de bi sedan keçên Chîbok ji aliyê Boko Haram ve dîl hatin girtin. Gelek ji wan jî hîn winda ne. Li Etiyopya, Kongo, Kolombiya, Myanmar û gelek cihên din ên nav lê were kirin, şîdeta zayendî weke çeka şer tê bikaranîn. Û helbet, em ji bo ewlehîya jin û keçên Afganistanê yên di bin desthilata Talîbanê da xeman dixwun.

Parastina li dijî şîdeta zayendî divê bibe parçeyek ji hemû bersivên pevçûnê. Lê belê divê em li benda pevçûnê nemînin ku li dijî şîdeta zayendî tevbigerin. Dya di vê mijarê de dikare pêşengiya xwe niha bi yekkirina parastina ji şîdeta zayendî û pêşîgirtina li polîtîkayên xwe yên der barê pêşvebirina navneteweyî û ewlekariyê de nîşan bide.

Hesabpirsîna ji sûcên heyî jî dikare bibe astengiyeke xurt. Desteka DYA ya ji bo dadgehên ji bo darizandina DAÎŞ'ê ji ber şîdeta zayendî û qirkirinê dikare vê pêvajoyê bide destpêkirin. Ji bo kesên ku tundûtûjiya cinsî wek sûcê şer nîşan didin hesab bidin û bi raya giştî re eleqedar bibin, dikare bibe alîkar ku dawî li tundûtûjiyê bîne, di heman demê de ji bo kesên sax mayî edaletê pêk bîne.

Bi taybetî li herêmên mîna Rojhilata Navîn ku DYE'yê roleke bi vî rengî ya mezin lîstiye, li cîhanê hê jî pêwîstî bi lîdertiya Dya ya li ser mafên mirovan heye. Dya, bi çalakiyeke watedar a ji bo pêşîgirtina li şîdeta zayendî ya pêwendiya xwe bi pevçûnê heye û bersivê bide, dikare mafên jinan ên di nava şer de biparêze û bi vê yekê re tevahiya cîhanê ewle bike.

Zavrazime  bo we hemûyan û ez bi çar çavan li benda nîqaşên din im.”

nadiasinitiative.org

Тэги:

Nadia Murad li pêş Civata Mafên Mirovan ya Senatoya Amerîkî axaftin dike

2021/11/33333-1636102139.jpg
Прочитано: 383     15:30     05 Ноябрь 2021    