Serokwezîr Barzanî û balyozê Brîtanyê behsa rêkeftina Şengalê kirin

2021/10/54612-1635151972.jpg
Прочитано: 1032     15:30     25 Октябрь 2021    

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyê yê li Îraqê Mark Bryson kir aliyan peymana Şengalê ya di navbera Erbil û Bagdadê de li ser navçeya Şengalê ya Êzidiyan ku piraniya şêniyên wê Êzidî ne, nîqaş kirin. Li gor daxuyaniyeke rojnamevanî ya ofîsa Barzanî jî aliyan nêrînên xwe yên derbarê bûyerên piştî hilbijartinan li Îraqê û têkiliyên Kurdistanê yên li gel Birîtanyê bi hev re guhertine.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin, "Serokwezîr hêvî kir ku encamên hilbijartinê ji bo aramiya li Iraqê bibe alîkar û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kêm bike."
Herweha di evê dîdarê de tekezî li ser metirsîya terorê li deverê hat kirin û rêkevtina navbera hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqa federal li ser asayîkirina rewşa Şedal jî hat kirin û ji bo diristkirina mercên vegerandina êzdîyên awarebûyî.
Di Cotmeha 2020'an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê peymanek ji bo asayîkirina rewşa Şengalê ragihandin û li ser wê bingehê divê hemû komên çekdar ji herêma ku piranî Êzidî lê dijîn derkevin. Lê belê hê jî komên milîs ên alîgirê Îranê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) qebûl nakin ku ji Şengalê derkevin.
Dema ku herêma wan di Tebaxa 2014'an de rastî êrîşa terorîstên DAIŞ'ê hat, bi hezaran Êzidî ji Şengalê reviyan. Piraniya penaberan ji ber rewşa ne aram hê jî dudilî ne ku vegerin bajar û gundên xwe.

Ezdina

Тэги:

Serokwezîr Barzanî û balyozê Brîtanyê behsa rêkeftina Şengalê kirin

2021/10/54612-1635151972.jpg
Прочитано: 1033     15:30     25 Октябрь 2021    