Vekirina pêşangeheke hunerî ya çend hunermendên Êzidî yên li Fransayê dijîn

2021/10/78451-1634626601.jpg
Прочитано: 958     15:30     19 Октябрь 2021    

Li Fransayê, pêşangeha hunerê ya hevpar a hunermendên Êzidî yên li Fransayê dijîn li 238 Europa Avenue, Framing Merlebachê hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên Hecî Deham, sê bira Îsmaîl, Selam û Cesma hatin pêşandan. Di pêşangehê de bi temaşevanekî mezin ê mêhvanan amade bû, çalakî ji aliyê qenala televîzyonê ya Fransayê TV8 ve hate vegirtin.
Hunermendan di tabloyên xwe de bedewiya xwezayê, hezkirina Êzidiyan a jiyanê, dîroka zilm û qirkirina Tebaxa 2014'an li ser destê xelîfetiya barbar a DAIŞ'ê vegotin.
"Ji bo me rûmetek mezin e ku em çîroka we ronî bikin, em kêfxweş in ku beşdarî vê pêşangeha kolektîf bibin da ku êşa ku Êzidî di dema hovîtiya ku DAIŞ'ê li ser gelê Êzidî pêk anî, sivik bikin. Tabloyan qêrîna nemir a giyanê gelê Êzidî ji temaşevanên xwe re pêşkêş kirin. Êzîdî mirovên ku dixwazin aştî û dilovaniyê pêk bînin, dixwazin di têkiliyên cîrantiyê de baş bijîn û yek ji xewnên wan ên herî girîng ew e ku hewaya paqij a welatê xwe ya aram bistînin'' - Organîzatorên pêşangehê ji MAS/FAM les Floralies re gotin.
Hunermendan spasiyên xwe pêşkêşî organîzatoran kirin ku derfet ji wan re hatiye dayîn ku dîroka gelê Qedîm ê Êzidî ji tevahiya cîhanê re ragihînin, nirxên wan ên însanî yên bi rûmet ên di têkiliya bi gelê Êzidî re bêqidoş in.

Тэги:

Vekirina pêşangeheke hunerî ya çend hunermendên Êzidî yên li Fransayê dijîn

2021/10/78451-1634626601.jpg
Прочитано: 959     15:30     19 Октябрь 2021    