Nameyên Êzîdiyên revandî û windabûyî çarenûsa xwe eşkere dikin

2021/10/53210-1634111695.jpg
Прочитано: 953     15:30     13 Октябрь 2021    

Rojnameya New York Times radigîhîne ku jimareka Êzîdîyên windabûyî ku hejmara wan nêzîkî sê hezar kes in, peywendîyê bi kesûkarên xwe re dikin, ku li ser vegera wan danûstandinan ligel kesên revandî dikin, lê mixabin bi piranî kes û xizmên qûrbanîyên revandinê "piştgirîya darayî ji hikûmetan û sponsorên taybet" nabînin da ku vegera wan misoger bikin.
DAIŞ'ê li dijî kêmneteweyên Êzidî yên li herêma Şangalê ya bakurê Iraqê dest bi kampanya qirkirinê kir û di sala 2014 'an de herêmên mezin ên Iraq û Sûriyeyê dîl girt.
Li Şangalê çekdarên DAIŞê zêdetir ji sê hezar kes kuştin, nêzîkî şeş hezar jin û keç dîl girtin û bi revandin û dîlgirtina wan bi koletiya cinsî berî ku ew dever di sala 2017an de were rizgarkirin.
Êzidî ji hikûmeta Iraqê dixwazin ku lez bide lêgerîna windayan.
Raporta New York Times dibêje, îhtîmal e ku piranîya windayan mirîbin û bi sedan ji wan hîn jî sax in û li Sûrîyê yan jî li Îraqê girtî ne.
Tê texmînkirin ku gelek kesên hatine xelaskirin bi malbatên şervanên mirî yên DAIŞ'ê re yan li bexçeyan an jî li kampên konsantrasyonê dijîn. Tê texmînkirin ku yên mayî jî ji aliyê komên cuda yên mîlîtan ên li Sûriyeyê ve tên ragirtin.
Di nava wan de kurê êzidiyekî ji Şengalê Ebas Hisên ku zêdetirî salekê ye bi şervanekî DAIŞ'ê yê berê ku li Bakurê Sûriyê dijî re ji bo serbestberdana kurê xwe yê biçûk û 5 xizmên din danûstandinan dike
Dibêje ku kurê wî bi zorê rojê yek dolar di sektora înşaetê de dixebite û kesên revandî jî ji bo 6 girtiyan 9 hezar dolar dixwazin lê ev qas pere li gel wî nîne.
Li angora gotina Huseyn, ewî ev revandîya han du dirav bi buhayê 600 dollaran û 1200 dollaran şand, belê ev jî têrê nekir, heta ku kurr berdewam î di peywendîya xwe de bi bavê xwe re berdewam be.
Di peyamên dawîn de ku zarok havîna borî ji bavê xwe re şandibû, tê gotin ku kesê revandî êdî destûr nade ku ew mesajan bide bavê xwe ji ber ku malbata wî heqê pêwîst nedaye: "Bavo, eger pereyê te tune be, ne xem e Tenê min agahdar bike... Ez ê bixebitim û pereyan teserûf bikim û bidim wî da ku bihêle ez bi te re biaxivim."
Rapor diyar dike ku hikûmeta Iraqê nekariye Êzidiyan azad bike û di heman demê de Rizgarkerê Êzidî Abdullah Şreîm ku ji sala 2014'an heta 2019'an nêzî 400 Êzidiyên revandî vegerandine, hewldanên mezin dike. Tevî ku Êzidî welatiyên Iraqê ne, lê hikûmeta Iraqê li Bexdayê ti carî beşdarî rizgarkirina wan nebûye û îdîa kir ku ne pere û ne jî karînên wan hene. Wekî din, ji bo hewl bê dayîn Êzidiyên kolekirî li nava kampên li Iraqê bên dîtin, ti tedbîr nehatine girtin.
Raport dîyar dike ku rêkxistîya Amerîkî bizavkar, rizgarkerê Êzdîyan Abdullah Shreim, bi nexşeyên berfireh yên bajarên Sûrîyê peyda kir ku alîkarîya wî bike jibo dîtina Êzîdiyên sax. Şreîm di 5 salên xwe yên birêvebirina tora qaçax de, piştgiriya darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, bexşên taybet ji êzdiyan û pereyên ku xizmên êzdiyên windabûyî ji bo serbestberdana wan deyn kirine, bi kar anî
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di meha Tebaxa sala borî de di serdana xwe ya Mûsilê de bi kesên êzidî re hevdîtin pêk anî û soz da wan ku ew ê mafên xwe yên ku bi "Qanûna Xelaskirinê" ya ku par ji aliyê parlamentoyê ve hatibû erêkirin û di Adara sala borî de ji aliyê Serokê Komar Berhem Salih ve hatibû erêkirin, biparêzin.
Serokê komara Iraqê piştî ku ji alîyê parliyamentê ve hat pesendkirin qanûna ́ ́ li ser saxmayîyên Êzdî ́ ́ pesend kir û armanca ewê yekê jî qerebûkirina zindîyan ́ ́ ji alîyê darayî û ehlî ve û çaksazî û xizmetkirina wan û herwisa dabînkirina jîyaneka baş bo wan e
Di Roja Cîhanî ya Bîranîna Bazirganiya Koleyan û Rakirina Wê de, Êzidî azarên xwe di dema hebûna DAIŞê de bi bîr tînin, hikûmeta Iraqê tenê "dibêje" dibêje ku ji bo vegerandina êzîdiyên revandî û başkirina şert û mercên wan kedeke mezin dide, ji ber vê yekê hê jî tu gav nehatine avêtin.

bahzani.net

Тэги:

Nameyên Êzîdiyên revandî û windabûyî çarenûsa xwe eşkere dikin

2021/10/53210-1634111695.jpg
Прочитано: 954     15:30     13 Октябрь 2021    