Pêşniyarên Konseya Şêwirmendiyê ya Êzidiyan li Elmanyayê ji bo partî û blokên ku wê hikûmeta bê li Elmanyayê ava bike

2021/10/54210-1634111558.jpg
Прочитано: 1021     12:30     13 Октябрь 2021    

Niha li Elmanyayê ku dîasporaya Êzidiyan a herî mezin a cîhanê ye, zêdeyî 230 hezar Êzidî dijîn. Piraniya Êzidiyan baş entegre bûne, gelek ji wan xwedî welatîbûna Elman in û bi rengekî çalak tevlî pêvajoya siyasî û jiyana bi hev re ya aştiyane ya li vê civakê dibin.
Piştî qirkirina 2014'an, hejmareke mezin a Êzidiyên ji Iraq û Sûriyeyê hatin Elmanyayê û bi hêviya ku demeke dirêj li vir bimînin, dibe ku heta hetayê bimînin. Ji ber vê yekê dema biryarên siyasî didin pêwîst e berjewendî û hesretên Êzidiyan li ber çavan bigirin. Ji bo vê jî Konseya Navendî ya Êzidiyên li Elmanyayê van ferz dike:
1. Naskirina qirkirina ku di sala 2014'an de bi serê Êzidiyan de hat. Sûcên DAIŞ'ê yên li dijî Êzidiyan, bê şik û guman "jenosîd" e eger hemû şert û mercên pêwîst bi cih werin anîn, li ser vê bingehê gelek welatan ev yek nas kirin, ku Kanada, Awûstralya, Hollanda û Belçîka jî di nav de hene. Naskirina vê jenosîda ji aliyê Elmanyayê ve diviyabû beriya niha bibûya û ev yek wê ji bo welatiyên Êzidî yên li vir dijîn bibûya sînyalek girîng. Her wiha divê endamên DAIŞ'ê yên vedigerin Elmanyayê werin dadgehkirin, ji ber ku ew ne tenê li ser Êzidiyan, her wiha li ser hemû stratejî yên civaka Elman tehdîdeke.
2. Alîkariya dewletê ya têrker ji bo Meclîsa Şêwirmendiyê ya Êzidiyên li Elmanyayê, da ku bi vî rengî karibe destekê bide penaberên nû yên Êzidî û ji bilî têkoşîna li dijî nefreta li Êzidiyan, bi taybetî di nava civaka Misilman de, tevlîheviya wan a li nava civakê zûtir bike.
3. Pêşkêşkirina desteka taybet bi rêya saziyên perwerdeyê yên dewletê yên pêwendîdar ji bo veqetandina bernameyên ji bo têkoşîna li dijî nefreta li hemberî Êzidiyan.
4. Dabeşkirina cih an kota yên li zanîngehên Elmanyayê ji bo xwendina çand û ola Êzidiyan bi awayekî zanistî û akademîk, terxankirina beşeke taybet ji bo vê yekê.
5. Destpêkirina bernameyên taybet ên ji bo derbasbûna Êzidiyên sax ên li Elmanyayê, mîna bernameyên navçeya Baden-Wûrtembergê, ji bo alîkarî ji yên herî mexdûr bûne re bê dayîn.
6. Pêşvebirina mafê mayînê (peydakirina xaniyên mirovî) ji bo penaberên Êzidî yên ji Iraq û Sûriyeyê hatine, bi rêya dermankirina Êzîdiyên weke komeke oldarên bindest ên li Iraq û Sûriyeyê.
7. Êzdî hevwelatîyên evî welatî ne û beşekî civakê ne, ji ber evê yekê em daxwaza destnîşankirina şîretkarekî di bareya kar û barên Êzdîyan de li hukûmeta Almaniya dikin. Herweha, bi taybetî kêmanîyên oldarî yên li Iraqê yên wek Êzdî û Krîstyan, pêdivêyî piştevanîya hukûmeta Almaniya ya di evan biwaran de ne:
Pêşkêşkirina desteka mirovî û jinûveavakirinê bi taybet herêmên ku rêxistina terorîst DAIŞ'ê li Şengala (Şengal) û li ser deşta Neynewayê girtine dest.
Armanc ji vê yekê ew e ku şansên welatiyên koçber bûne yên ku vedigerin cihên xwe zêde bikin.
Armancên Geşepêdana Domdar:
- Têkoşîna li dijî xizaniyê, pêşîgirtina li birçîbûnê.
- Tenduristî û refah.
8. Bernameyên piştgiriya ji bo aramiya civakî û lihevhatina civakan, her wiha pêşkêşkirina alîkariya derûnî ji bo kesên ku ji ber sûcên terorîstî yên DAIŞ'ê bandor bûne. Armanc pêşvebirin û mayîndekirina aştiyê di nava civakê de ye.
9. Dabeşkirina dezgeheka federal ji bo piştevanîkirina azadîya oldarî li hemû cîhanê û berdestkirina wê bi şiyanên pêdivê yên mirovî û maddî.
Armanc: Bilindkirina hişmendiyê û bandorkirina biryara siyasî ya Iraqê ji bo pêkanîna dadmendiya mafên olî di dewletekê de ku yek ol tê de serdest e
10. Kêmkirina newekheviyê.
Armancên Geşepêdana Domdar: Ji bo li seranserê cîhanê avabûnên domdar bên afirandin, welatên endamên Neteweyên Yekbûyî di rojeva xwe ya 2030'an de 17 armanc danîn e.
da ku ronahîyê bi ser civakên bindest û supakirî (grûpên) supa de bihîne, da ku cîhan bêtir dadwerî, tendirist, aştîxwaz û civakî bibe.

Zêdetir bixwînin: www.bmz.de

Тэги:

Pêşniyarên Konseya Şêwirmendiyê ya Êzidiyan li Elmanyayê ji bo partî û blokên ku wê hikûmeta bê li Elmanyayê ava bike

2021/10/54210-1634111558.jpg
Прочитано: 1022     12:30     13 Октябрь 2021    