Rob Bauer: - NATO û Gurcistanê hevkariyek bêhempa heye

2021/10/2112-1633681499.jpg
Прочитано: 870     14:00     08 Октябрь 2021    

Serdana çarem a komîteya leşkerîya NATO bo Gurcistanê piştîvanîya bê dudilî ya NATO bo Gurcistanê piştrast dike. Serokê Komîteya Leşkerî ya NATO-yê Admîral Rob Bauer piştî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Gurcistanê Juansher Burchuladze re got, NATO û Gurcistanê hevkariyeke bêhempa heye ku tenê bi demê re xurt bibe.
behsa peywendîyên nêzîkên navbera NATO û Gurcistanê kir û da xuyakirin, ku ev hevpeymanîya han herdem bi awayekî hevpişk sûdmend bûye. Di vê mijarê de bal kişand ser tevkariya herî mezin a Gurcistanê ya ji bo mîsyona Afganîstanê, weke şirîkê ne NATO-yê.
Admîral bal kişand ser fedakariya ku Gurcistan di mîsyona aştîxwaziyê de kiriye. Admiral Rob Bauer her wiha li ser beşdarbûna Gurcistanê ya di misyona NATO-yê ya li Kosovayê û her wiha li ser çalakiyên Hêza Reaksiyona Lezgîn a NATO-yê jî axivî Bi taybetî bal kişand ser pêkanîna "Pakêta girîng a NATO-Georgia".
Li gorî wî di vê çarçoveyê de hevkariya NATO û Gurcistanê ne tenê di qada deryayê de, di warê hewayî, bejahî û ewlehiya sîber de jî dijwartir dibe.
Her wiha xebatên Navenda Perwerde û Nirxandinê ya Hevbeş a NATO-Georgia wek navgîneke pêşxistina qabilîyetên perwerdehiya pirneteweyî nirxand. Serokê komîteya leşkerîya NATO da xuyakirin, ku dê NATO bi berdewamî piştevanîya serwerî û Gurcistanê bike.

1tv.ge

Тэги:

Rob Bauer: - NATO û Gurcistanê hevkariyek bêhempa heye

2021/10/2112-1633681499.jpg
Прочитано: 871     14:00     08 Октябрь 2021    