Karasin: Rûsya amade ye bi Gurcistanê re ji nû ve dest bi tevgera hewayî bike

2021/07/5454-1627547635.jpg
Прочитано: 887     11:00     29 Июль 2021    

Rûsya amade ye ku ji nû ve dest bi tevgera hewayî ya bi Gurcistanê re bike. Serokê Komîteya Konseya Federasyonê ya Karên Navneteweyî Grîgorî Karaşîn ji rojnamevanan re wiha got.

"Em amade ne nîqaş bikin. Ez difikirim ku zû yan jî paşde çareser bibe" Karaşîn got.

Karasin, tarîxên taybet bi nav kirin zehmet dît. Di heman demê de got ku ew gelek caran peywendîyan ligel nûnerê taybet yê Serokwezîrê Gurcistanê bo çareserkirina pêwendîyên bi Federasyona Rûsyayê, Zurab Abashidze re berdewam dike û pêşbînî dike ku di îlon-cotmeh a îsal de bi wî re hevdîtineke rû bi rû pêk bîne.

"Têkilî pir kêrhatî ne, ew encamên baş di çareserkirina pirsgirêkên pratîkî de, tevî pirsgirêkên mirovî, pirsgirêkên veguhastinê. Em ê xebatên xwe bidomînin." Karaşîn diyar kir.

Firînên rasterast ên di navbera Gurcîstan û Rûsyayê de ji 8'ê Tîrmeha 2019'an û vir ve bi biryara Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di nava protestoyên li Tbîlîsî yên ji ber hatina cîgirê komînîst ê Rûs Sergey Gavrîlov a Gurcistanê de hatin rawestandin.

Hevdîtinên Abeşidze û Karasîn formateke diyaloga ne fermî ya navbera Gurcîstan û Federasyona Rûsyayê ye ku ji sala 2012 'an û vir ve di nebûna têkiliyên dîplomatî de tê kirin. Di van civînan de bi giranî pirsgirêkên aborî û însanî tên nîqaşkirin. Partî herî dawî di Gulana 2021 'an de li Pragê li hev civiyan.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Karasin: Rûsya amade ye bi Gurcistanê re ji nû ve dest bi tevgera hewayî bike

2021/07/5454-1627547635.jpg
Прочитано: 888     11:00     29 Июль 2021    