Kurdên Êzidî kî ne û dîroka wan kengî dest pê dike?

2019/04/64333-1555668928.jpg
Прочитано: 2164     14:12     19 Апрель 2019    

Serokê Peymangeha Êzidiyan Bo Lêkolînên Ayînî û Dîrokî Dr. Yûrî Romanovîç Dasinî dibêje her çend bi zelalî dîroka Kurdên Êzidî neyê zanîn jî, lê hinek Kurdên Êzidî dibêjin ku dîroka wan vedigere berî 7 hezar salan.

Serokê Peymangeha Êzidiyan Bo Lêkolînên Ayînî û Dîrokî Dr. Yûrî Romanovîç Dasinî di vê hevpeyvîna xwe ya li gel bêjerê Rûdawê Dilbixwîn Dara de behsa dîroka ola Kurdên Êzidiyan, taybetmendiyên wê olê, komkujiyên ku hatine ser Kurdên Êzidiyan kir.

Dr. Yûrî Dasinî herwiha behsa cudabûna jenosîda li ser Êzdiyan di demên berê û dema Daişê de dike.

Dr. Yûrî Dasinî derbarê lêkolînên li ser Kurdên Êzidî hatine kirin wiha got:

”Ne tenê di nav Êzidiyan de, li cîhanê lêkolîn nehatine kirin. Bi rastî kes nizane, lê bi gotina Êzidiyan dîroka wan herî kêm vedigere berî 7 hezar salan.
Wekî din li gor dîroknas dibêjin, dîroka Êzidiyan heta Împeratoriyayên Sasanî û Babîlê dice.Em dizanin ku di sedsala 11an a Şêx Hadî de reform hatiye kirin û di wê heyamê de gelek tiştên Êzdiyan hatine guhertin.
Dibêjin di wan reforman de ola Êzidiyan hinek nêzîkî ola misilmanetiyê kirin.

Derbara cudahiyên çand û ola Kurdên Êzidî yên li welat û herêmên cuda dijîn de Yûrî Dasinî tekez kir ku bivê nevê cudahî çêbûne û got: “Êzidiyên li Rûsya û Gurcistanê hêdî hedî ber bi asîmîlasyonê ve diçin. Heta ku cudahî di navbera cejnên wan de jî çêbûne.

“Dihat xwestin Êzidî bi zorê bibin misilman”

Li ser mijara komkujiyên li dijî Kurdên Êzidî hatine kirin de jî Dasinî dibêje pişt hilweşîna Împeratoriya Sasaniyan komkujiya li hemberî Kurdên Êzidî dest pê kiriye û got: “Piştî hatina îslamê yekem jenosîda Êzdiyan sedsala 8em dest pê kir û dixwestin Êzidiyan bi zorê bikin misilman. Lê Êzidî dixwazin bimînin li ser ola bav û kalên xwe. ”

Dasinî da zanîn ku hinek Kurdên Êzidî dibêjin 72 û hinek jî dibêjin 74 ferman bi ser Kurdên Êzidiyan hatine, ew bi xwe jî di wê baweriyê de ye ku 74 ferman a rast e ku herî dawî DAIŞê pêk anî.

riataza.com





Тэги: