9ê Gulanê – Roja Serketina di Şerê Wetenîyêyî Mezin da!

2019/05/57356-1557471879.jpg
Прочитано: 1750     12:03     09 Май 2019    

Guhdarên hêja, Bihara Pîrozîya gelê Sovêta berê ya 74an (1941-1945) di şerê Wetenî yê Mezin da ser me da hat.

Roja 9 meha gulanê hemû merivên dinyayê yên aştîxwez Cejina ezîz, Roja dawîhatina şerê duyemîn yê cîhanê, şerê wetenîyêyî mezin pîroz dikin!

Li wê roje di hemû komarên Sovêta berê da ev roj bi dilgermî û heman demê da bi xemgînî didine kivşê.

Bi taybetî li Moskva paytexta Rusyayê bi heyteholeke mezin bi mîlyonan mirov pîroz dikin.

Vê rojê şehîd û vêtêranên şerê wetenîyêyî mezin bibîr tînin.

Her wisa ev roj di dîroka komarên Sovêta berê de cîkî kivş girtîye. Ev roj bû roja serketina himberî Almanîya faşîst.

Ev pîrozî bi qîmetekî biha hat bidest xistin.
Benîadem gelek şerê biçûk û mezin dîtîye, lê tu yek bi zulm û zêrandinê, armanc û meremê sîyaseta xwe ve nagîhîje wî şerî.

61 dewlet bibûne navkarên wî, 80 selefê rûniştvanên dinyayê.
Agirê şêr 2 194 şev û roj dişewitî li ser erdê 40 dewletên Ewrupayê, Asîayê û Afrîkayê.
Evî şerî emirê 50 mîlîonî zêdetir merivan qurbana xwe kir.

74 salên dirêj derbaz bûn pey wê rojê ra, lê ciqas ev salên giran dikevin nava kûraya dîrokê, ewqasî mezinaya efatîya navkarên şer diha ferih xwîya dibin.

Di wî şerî de ewledên hemû miletan mil dabûn milê hev welatê xwe ji destê dijmin parastin.

Rast e, dewleta Şêwrê ji hev bela bû, sîstêma sosîalîzmê di wan komarên Sovêta berê hate hilanînê, lê dîsa 70 salên tev bûyîna wan komaran ew îzbatek e, em nikarin vê înkar bikin û em nikarin ji wê yekê birevin.
70 salên han tesmîlî dîrokê bûn, ev dîroka me ya buhurî ye.
Em borcdar in qedir û qîmeta hemû navkarên şerê salên 1941-1945 bigirin.

Hêjayî gotinê ye, ku ewledên miletê me jî, leşkerên kurd di hemû pêsenîyên şêr da dijî faşîstên devxûn şer dikirin, meselê lehengîya û mêrxasîya nedîtî eyan dikirin.
Gele wekîlên miletê me yê kurd ji Gurcistanê, Ermenîstanê, Azerbaycanê, Qazaxistanê, Kirgîzistanê û komarên mayin çûne ber şêr û bi rûspîtî û bi sîyanetî welat ji faşîzmê xwey kirine.
Gelekan ji wan venegeryane, ne hatine malên xwe.

Beşek ji wan bi Ordêna mêrxasîyê û mêdalên şêr va hatine xelatkirin.

Sal dibuhurin, cêrgê vêtêranê şêr sêrek dibin, lê silsileta şêkirdar wê bi sedsalan pesnê mêrxasîya wan ewledên xwe bide, yên ku bi emirê xwe, bi canfîdanîya xwe vê Roja Pîrozîya mezin nêzîk kirin.

Efatîya wan xweşmêran tu wexta nayê jibîr kirinê.

Em bi dil û can hemû radyoguhdarên xwe bona roja Serketinê bimbarek û pîroz dikin.
Belê şerê wetenîyê di fikir û bîranînên gelekan da maye.

Tune malbet, tune bende, wekî di şerê han yê wêran de kurê wan, birayê wan, bavê wan, kalikê wan, pismamê wan nebûne şehîd.

Vêtêran dicin, cêrgên wana sêrek dibin û dê rojek bê, demek wê bê tevgelê şerê wetenîyêyî mezin yê dawîyê jî wê koça xwe bar bike.

Wê demê ewê ji pirtûkan, ji kînofîlman nifşên nû re biaxivin.
Lê heyf, ne bi zindî û ne bi dengê xwe.
Bîranîna gel wê bibe dengê wan û ewê wek lêgênd bêne nava me.
Hîmê lêgêndê efatîya wan e.

Riataza.com

Тэги:

9ê Gulanê – Roja Serketina di Şerê Wetenîyêyî Mezin da!

2019/05/57356-1557471879.jpg
Прочитано: 1751     12:03     09 Май 2019    