Parastin û piştgirîkirina êzdîyan li Îraqê: banga Bernd Lucke + Şêwra Kurdan ya Navbendî

2019/04/54647-1555574008.jpg
Прочитано: 1694     11:50     18 Апрель 2019    

Kesayetên ku vê tikayê / daxwaziyê îmze dikin piştgirî didin Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Prof. Dr. Bernd Lucke ji bo daxwazên wî yên ku li 15ê Nîsanê sala 2019 ji Serokê Komîsyona Ewropa Jean-Claude Juncker û Wezîra Bilind a Yekitîya Ewropayê ji bo Karên Derve û Ewlekariyê Federica Mogherini hatin kirin.
Daxwaz xal bi xal ev in: 

1. Êzîdîyên ku li Iraqê hatine koçber kirin divê bikaribin vegerin mal û warên xwe. Yekitiya Ewropa divê bi temamiya hêza xwe bandor li ser Hukumeta Navendî ya Îraqê bikê da ku ev armanc were bicîhkirin.

2. Statuya Şingalê divê gorî madda 140a destura Îraqê bi rêya giştpirsiyê werê ronî kirin da ku Şingal bi huquqî bikevê bin kontrola Hukumeta Herêma Kurdistanê an jî Hukumeta Navendi ya Îraqê de. Berî ku giştpirsî were lidarxistin divê Êzidî bikaribin vegerin malê xwe û li wir jiyanek azad û bi rûmet bikin.
3. Divê Yekitiya Ewropa bi temamiya hêza xwe bandor li ser Neteweyên Yekbûyî (UN) bikê da ku Daesch werê dadgeh kirin û sûcdar werin ceza kirin. Qetilkirina bi hezaran keç û jinên Êzîdî û revandin, tawanbar kirin, bi zorê zewicandina wan û hwd. divê werin ceza kirin.
4. Yekitiya Ewropa û dezgehên wê weke „European Investment Bank“ divê di budceya xwe ya pirsalî de ji bo avakirina gund û warên Êzîdîyan, dibistanan, navendên tendurustiyê û sîstema aboriyê pere amade veqetînin.

Riataza.com

Тэги:

Parastin û piştgirîkirina êzdîyan li Îraqê: banga Bernd Lucke + Şêwra Kurdan ya Navbendî

2019/04/54647-1555574008.jpg
Прочитано: 1695     11:50     18 Апрель 2019    