Cejna Pîroz Çarşema Sor Ya Gelê Êzidiyan Pîroz Be

2019/04/image-1555405655.jpg
Прочитано: 3999     13:05     16 Апрель 2019    

Di dîroka bawerî û netewî de gelek cejnên meyî muqades û pîroz hene. Yek ji van cejnê bi rûmet jî Çarşema Serê Nîsanê ango Çarşema Sor e. Cejna Çarşema Serê Nîsanê di pêvajoyek gelekî girîng de tê pîroz kirin. Çarşema Serê Nîsanê wekî cejna Tausî Melek û wek Sersala Kurdî te pîroz kirin. Baweriya Êzdayetî him di jiyana manevî him jî maddî de ji bo Êzidîyan nirxek çandinî ya giranbuha ye. Li gorî baweriya afirandinê ya Êzidiyan gerdûn roja çarşemê yanê roja çaran hatiye afirandin. Ew roj Melekê Tawisî xwe berdaye ser axê û afirandina gerdûnê temam bûye. 

Îro, roja efûkirina sucên li hemberî hev in. Roja ku li şûna kîn û nifrînê, roja aşitî û biratiyê ye. Di Çarşema Sor de basimbar tê çîkirin, basimbar bi benikên zirav ên rengîn çêdibe. Li gorî baweriya Êzdayetî, ev reng temsîla aşitî û jiyanê ne. Bawerî ew e kubasimbar tenduristî, aşitî û bereketê tîne û ji bo ku zarok nexweş nekevin, roja Çarşema Sor bendên hunandî li destê zarokan tên girêdan. Navê Çarşema Sor jî xwe dispêre vê. Di jiyana Êzidiyan de roja Çarşema Sor rijandina xwînê guneh e, teqez can nayê girtin. Di vê roja pîroz de kesên ku bi baweriya Êzdayetî anîne divê bi xwe re hêkên ku bi rengê sor hatiye boyaxkirin bigerînin. 

Çarşema Sor, roja temambûyina gerdûnê, roja despêka jiyanê, ji aliyê Êzidiyan ve her roj li her dewerê ku lê dijîn bi bextewariyek mezin tê pîrozkirin. Lê îsal, li gel Fermana 73. gelê Êzidî ku Şengal neterikand bi xemgînî pêşwaz dike. Daxwaziya mine ew e ku bila Çarşema Sor bibe wesîleya azadiya di serî de jin û zarokên ku deste DAİŞ’ê ne, jinûveavakirina Şengalê û vegera xezar Êzidiyê ku ketine ser riya koçberiyê. Ez cejna Çarşema Sor a Êzidiyan ku ji nav gelên qedîm ên Rojhialata Navîn gelek e pîrozdikim û temeniya min ew e ku di serî de gelê Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn azad bibin.

Тэги:

Cejna Pîroz Çarşema Sor Ya Gelê Êzidiyan Pîroz Be

2019/04/image-1555405655.jpg
Прочитано: 4000     13:05     16 Апрель 2019    