Têmûrê Xelîl

2019/04/18739-1554107800.jpg
Прочитано: 2534     12:32     01 Апрель 2019    

Têmûrê Xelîl  sala 1949a li paytexta Ermenistanê, li bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta fîzîk-matematîk, sê salan (1974-1977) li gundê kurda – Sîpanê dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnama kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandê. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi seda gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnamên kurdî yên bi nav û deng, ku li Ewrûpayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Di nav wan da hevpeyvînên bi Cegerxwîn, Qanatê Kurdo û Ebdulrehman Qasimlo jî hene.

Têmûrê Xelîl çend sala endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtiya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Înstîtûya Kurdî ya Parîsê ye, endamê redaksyona kovara “Roja Nû” bû. Çend sitranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (li ser Mele Mistefa Barzanî), “Milkê kurdî” û yên din.

Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatiya ya bi sernavê “Dengê xûnê” ber çapê ye. Wî herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8a – “Aştî” nivîsîye, (em wê jî bêjin, ku ra tevayî ferhenga “Rûsî-kurdî” ya Î. Farîzov kirine “Tirkî-kurdî”.

Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatiya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955'an heta 1982'an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye.

Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegeriyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare Ûnîversîteya Stokholmê, beşa sosîonomiyê xilaz kirîye û niha di belediya Stockholmê da wek sosîonom kar dike. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurda di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 80 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine. Têmûrê Xelîl niha li Swêddimîne, lê ji meha adarê sala 2008an derbazî Moskvayê bûye û di radyoya kurdî ya DENGÊ RÛSÎYAYÊ da kar dike.

Têmûrê Xelîl deh pirtûk jî bi herdu keçên xwe - Mîdîayê û Dîdarê ra - tevayî ji tîpên kîrîlî û latîniya kurdên Ermenîstanê wergerandine ser tîpên kurdiya latînî ya niha.

Тэги:

Têmûrê Xelîl

2019/04/18739-1554107800.jpg
Прочитано: 2535     12:32     01 Апрель 2019    