6 jinên din ên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin

2023/06/543-1685950191.jpg
Прочитано: 522     15:30     05 Июнь 2023    

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad ragihand ku 6 jinên Êzidî yên din ên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn revandin hatin rizgarkirin.

Li gorî Mûrad: “Piştî lêkolînê ez bi kêfxweşî radigihînim ku me 6 jinên Êzidî yên ku di destê DAIŞê de dîl hatibûn rizgarkirin. Dema ku di sala 2014an de hatin girtin hê zarok bûn. Ji Iraqê birin Sûriyê û li wir hatin firotin. Ew keç bo Hewlêrê hatin vegerandin û li wir dê bigihin malbatên xwe û hemû alîkariyên derûnî yên pêwîst ji wan re bê dayîn.

Rizgarkirina jin û zarokên êzîdî ji destê DAIŞê xebateke mirovî ya berdewam e, û piştî nêzîkî neh salan, vegerandina van jinên rizgarkirî bo malbatên wan hêviyê dide me ku em dikarin hîn zêdetir rizgar bikin.”

Li gorî amarên ku di meha Adara îsal de ji aliyê Rêveberiya Rizgarkirina Êzidiyan ve hatine belavkirin, DAIŞê 6 hezar û 417 êzîdî revandine, ji wan 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 jî mêr in. Ji van 3 hezar û 562 kes hatin rizgarkirin, 2 hezar û 693 kes jî winda ne.

Piştî rizgarkirina 6 jinan, niha hejmara kesên hatine rizgarkirin derketiye 3568an, hejmara kesên winda jî daketiye 2687 kesan.

Dengê Êzdiyan

Тэги:

6 jinên din ên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin

2023/06/543-1685950191.jpg
Прочитано: 523     15:30     05 Июнь 2023    