Di roja ragihandina serxwebûna Ermenîstanê de, civaka Êzdiyan ahengeke cejnê li dar xist

2023/05/45646-1685347180.jpg
Прочитано: 739     12:30     29 Май 2023    

Her sal di 28ê Gulanê de Komara Ermenîstanê roja ragihandina serxwebûnê pîroz dike. Bi boneya pîrozkirina cejnê, civaka Êzdiyên Ermenîstanê li Parka Dostaniyê ya Nor Norkê ku wek hûn jî dizanin abîdeya fermandarê êzdiyan Cangîr Axa li wir e, ji bo têkiliyên biratî yên gelên Ermenî û Êzdî çalakiyek li dar xist.

Di avakirina dewletbûna Ermenîstanê de keda êzdîyan gelek giranbuha ye. Bi taybetî gelê Ermenî fermandarê mezin ê gelê Êzidî Cehangîr Axa ku di sala 1918’an de di avakirina dewleta Ermenîstanê de bû alîkar bi bîr tînin.

Di çalakiyê de kesayetên naskirî yên Êzidiyên Ermenîstanê Rustem Bakoyan, Xdr Ajoyan, Saîd Avdalyan û hwd. Koma govendên gelerî ya zarokan dîlanên netewî ji temaşevanan re nîşan dan.

Тэги:

Di roja ragihandina serxwebûna Ermenîstanê de, civaka Êzdiyan ahengeke cejnê li dar xist

2023/05/45646-1685347180.jpg
Прочитано: 740     12:30     29 Май 2023    