Nêçîrvan Barzanî li gel Mark Bryson Richardson civiya

2023/05/54535-1683621229.jpg
Прочитано: 697     15:30     09 Май 2023    

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya Mark Bryson Richardson tekezî li ser giringî û pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kirin.

Ofîsa Ragihandina Serokê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

Di civînê de, di derbarê dawî pêşhatên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û awayên çareser kirina kêşeyên wan, rewşa navxwe ya Kurdistanê û pirsa helbijartinan û rewşa Şengalê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Derbarê rewşa Şingalê de, her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina ewlekarî û aramiya deverê û rûbirûbûna gotinên nefretê yên li dijî gelê Êzidî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 10ê Cotmeha 2020ê de, hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftina Şingalê îmze kirin, ku tê de 3 xal, birêveberî, ewlekarî û jinûveavakirina herêma ku şêniyên êzdî lê dijîn, pêk dihat. Di ser wê re hema hema sê sal derbas bûn, lê yek ji xalan pêk nehat.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Nêçîrvan Barzanî li gel Mark Bryson Richardson civiya

2023/05/54535-1683621229.jpg
Прочитано: 698     15:30     09 Май 2023    