Koçberî yan mirin ji bo Êzdiyan li Iraqê

2023/03/45465-1679468633.jpg
Прочитано: 955     12:30     22 Март 2023    

"Koçberî ne biryara herî baş e, lê baştirîn biryarên xirab e."

Êzdî neçar in ku dev ji axa bav û kalên xwe berdin, ku bav û kalên wan bi sedsalan lê jiyane, êzdî di sala 2014’an de ji 74 qirkirina etnîkî û qirkirina gelê Êzidî rizgar bûne. Bi salan jiyana êzdiyan baştir nabe, her roj xerabtir dibe, ev jî dibe sedema koçberiya êzdiyan li seranserê cîhanê.

Bi derbasbûna demê re û nebûna biryarên hikûmetê yên derbarê Êzdiyan de, tenê rêya wan koçberî ye. Piştî ku 9 sal di kampên penaber û derbideran de man, ti hêviyek nemaye. Tevî wê yekê ku herêm bi xwe ji aliyê samanên xwezayî (petrol) ve dewlemend e, lê hukûmetên Iraq û Kurdistanê her tiştî dikin da ku hindikahiya êzdiyên parêzgeha Şingalê (Şengal) bijîn.

Û ji ber ku malbatên êzdî ji welatê bav û kalên xwe Îraq direvin, herêma êzdîyan ji ber guherîna demografîk di xeterê de ye. Desthilatdarên Îraqî dest bi bicihkirina malbatên DAIŞê li parêzgeha Şingalê kirin, tazmînat û erdekî baştir dan wan.

Weke ku yek ji berpirsên Iraqê dibêje, ew koçberbûna êzdiyan ji Iraqê tiştekî sosret nabîne, belkî çaverêkirî ye, ji ber ku piraniya êzdiyan li Iraqê mafên xwe yên destûrî wernagirin û heta niha jî ji wan bêpar in.

Her roj, her hefte zêdetir Êzidî ji Şengalê derdikevin, hefteya borî 12 malbat koçber bûne, bi dehan malbatên din ên Êzidî li benda hevdîtinê ne.

Li gorî lêkolîneke Êzîdî 24, %90ê Êzdiyan ji tirsa dubarekirina tiştên ku di Tebaxa 2014an de qewimîn di warê revandin, kuştin û koçberkirinê de dixwazin ji Iraqê derkevin. Îdeolojiya DAIŞ’ê li tu cihekê ji holê ranebûye, berovajî vê yekê di kampên malbatên DAIŞ’ê de bi hêz bûne, ev bombeya bi saet e, zarokên terorîstên DAIŞ’ê dê li Iraqê dest bi şerekî nû bikin.

Êzdî bang li rêxistinên navdewletî dikin ku li şûna rê û rêbazên neqanûnî ku metirsiyeke mezin li ser wan çêdike, rêyên yasayî û bijarte li ber êzdiyan vekin ku ji Iraqê derkevin.

Dengê Êzdiya

Тэги:

Koçberî yan mirin ji bo Êzdiyan li Iraqê

2023/03/45465-1679468633.jpg
Прочитано: 956     12:30     22 Март 2023    