Salome Zurabishvili bi Seroke Konseya Ewropa ü Wezire Karen Derva ye Fransaye re hat bal hev

2023/03/67867-1678863550.jpg
Прочитано: 823     11:00     15 Март 2023    

Serokomarê Gurcistanê Salome Zurabishvili di çarçoveya serdana xwe ya Brukselê ya ku ji Amerîkayê hat, bi Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Wezîra Karên Derve û Ewropayê ya Fransayê Catherine Colonna re hat bal hev.

Charles Michel di twîtterê de ragihand ku di hevdîtina xwe ya ligel Serok Zurabishvili de, wî piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji riya Ewropî ya Gurcistanê re tekez kir û pêşwaziya rola Salome Zurabishvili di hêsankirina daxwazên gelê Gurcistanê de kir. Wî her wiha da zanîn ku dayîna perspektîfa Ewropayê ya Gurcistanê firsendeke dîrokî ye ku nabe ji dest were berdan. Charles Michel jî bal kişand ser girîngiya berdewamkirina reforman.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransa, Wezîr Colonna piştevaniya xwe ji proseya entegrasyona Gurcistanê di nava Yekîtiya Ewropayê de nîşan da û tekezî li ser berdewamiya reforman bo bihêzkirina serweriya qanûnê ji bo bidestxistina statuya berbijarê Yekîtiya Ewropayê kir. Wê herwiha biryara pirraniya desthilatdar a vekişandina pêşnûmeqanûnên nakok ên li ser "ajanên biyanî" pêşwazî kir û da zanîn ku her destpêşxeriyek ku dikare zirarê bide yekitiya civaka Gurcistanê divê bi hişyarî were bicîhanîn.

Her wiha Wezîr Colonna amadebûna xwe ji bo kûrkirina peywendiyên dualî di navbera Fransa û Gurcistanê de dupat kir û piştgiriya xwe ji Gurcistanê re li hember hewildanên bêîstiqrarê yên Rûsyayê nîşan da.

Rêveberiya Serokkomariya Gurcistanê heta niha derbarê hevdîtinan de daxuyaniyeke fermî nedaye. Serok Zurabishvili tenê vîdyoyek ji hevdîtina xwe ya bi Shar Michel re li ser Facebookê weşand.

apsny.ge

Тэги:

Salome Zurabishvili bi Seroke Konseya Ewropa ü Wezire Karen Derva ye Fransaye re hat bal hev

2023/03/67867-1678863550.jpg
Прочитано: 824     11:00     15 Март 2023    