Gelek niştecihên êzîdî yên ku ji erdhejê zirar dîtine neçar in ku malên xwe ji nû ve ava bikin

2023/03/65-1678432131.jpg
Прочитано: 775     15:30     10 Март 2023    

Piştî erdhejê mehekê şêniyên Cindirêsê ku şêniyên wê Êzidî û Kurd in, dest bi sererastkirin û avakirina malên xwe kirin. Li gorî niştecihekî êzdî yê herêmê, gelek bi tenê û bêyî alîkariya dewlet û rêxistinên mirovî malên xwe ji nû ve ava dikin.

Gelê ku bê ban mane niha di konan de dijîn, kes tune ku hesabê wan bike. Alîkariya mirovahî qet nagihîje, van kesan ji bo alîkariyê serî li rayedarên herêmê dane, lê encam derneketiye û nîne.

Niha piştî zêdetirî mehekê ji erdhejê re gelek şêniyên Cindirêsê malên xwe nûjen dikin an jî ava dikin. Li gel temîrkirin û çêkirina xaniyan, bermahiyên hilweşiyan jî tên paqijkirin û avêtin.

Şêniyên gundê Xalta jî bê hemû tişt mane, ji ber erdhejê malên wan wêran bûne, yek ji gundiyan gazinan ji kêmbûna alîkariyê û buhabûna malzemeyên avahiyan dike.

Li gorî komîteya kontrolkirina avahiyan li Cindirêsê, pêwîst e 280 avahî bên hilweşandin, 232 avahî bên xurtkirin û yên mayî jî bên çêkirin yan jî nûavakirin.

Dengê Êzdiya

Тэги:

Gelek niştecihên êzîdî yên ku ji erdhejê zirar dîtine neçar in ku malên xwe ji nû ve ava bikin

2023/03/65-1678432131.jpg
Прочитано: 776     15:30     10 Март 2023    