Li Nînewa 6 terorîstên DAIŞê hatin girtin

2023/03/7886-1677655690.jpg
Прочитано: 883     15:30     01 Март 2023    

Li ser bingeha zanyariyên rast ên milîsên xwecihî yên êzîdî, yekîneya taybet a îstixbarata hikûmeta Federal a Iraqê di operasyoneke taybet de li parêzgeha Nînowa 6 terorîstên DAIŞê girtin.

Di encama operasyona taybet de her wiha dane û belgeyên veşartî yên terorîstên DAIŞ`ê jî hatin dîtin ku nav, nasnav, armanc û erkên wan di nav van çeteyên terorîst de ji wan re hatine destnîşankirin.

 Yekîneyên îstixbaratî yên Hikûmeta Federal a Iraqê jî karîn koşka cebilxaneyan bi dest bixin, îstîxbarata hebûna topên hawanê yên di binê erdê de hatibûn veşartin, cih girtin û zêdetirî 350 fîşekên hawanê hatin bidestxistin.

Heya niha jî çeperên çeteyên têrorîst ên pêkhateyên DAIŞ’ê yên neqediyayî li derdora parêzgeha Nînowa bi cih bûne, mixabin hikûmeta Iraqê ji bo paqijkirina herêmê ji terorîstan rawestiyaye û operasyonên xwe pêk nayîne.

Ezdi 24 Masul

Тэги:

Li Nînewa 6 terorîstên DAIŞê hatin girtin

2023/03/7886-1677655690.jpg
Прочитано: 884     15:30     01 Март 2023    