Zêdeyî 2 hezar malbatên Êzidî vegeriyan Şengalê

2023/03/79879-1677655641.jpg
Прочитано: 911     12:30     01 Март 2023    

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Evan Faîk Cebro ragihand ku zêdetirî 2 hezar malbatên êzîdî yên berê koçber bûne, vegeriyane bajar û gundên xwe yên li Şingalê.

Wezîr amaje bi wê yekê jî kir, ku her malbateke ku vedigere malên xwe li Şingalê, dê 1.5 milyon dînarên Iraqî (1027 dolar) ji wan re were dabînkirin û çend malbatan berê jî ev alîkarî wergirtine.

Lê, tevî vegera hin malbatan, bi hezaran êzîdî hîn jî dudil in ku vegerin malên xwe ji ber rewşa nebaş a nebûna ewlekarî û desthilatên giştî.

Di Cotmeha 2020an de, Hewlêr û Bexda lihevkirinek ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ji bo hêsankirina vegerandina ewle ya malbatên êzîdî yên aware ji encama êrişa DAIŞê bo ser herêma êzîdiyan, pêk anîn. Di peymanê de hat destnîşankirin ku hemû komên çekdar, di nav de milîsên Heşdî Şeibî yên alîgirên Îranê û PKK jî di nav de, ji herêmê bên derxistin, lê ev hêz hîna li Şengalê ne. Êzidiyan ji aliyê yekîneyên xweparastinê yên herêmî yên Êzidiyan ve tên parastin, ku diviyabû li herêmê bibin hêzên polîs. Hewlêr Bexdayê bi wê yekê tohmetbar dike ku di vî warî de erkên xwe cîbicî nake.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Zêdeyî 2 hezar malbatên Êzidî vegeriyan Şengalê

2023/03/79879-1677655641.jpg
Прочитано: 912     12:30     01 Март 2023    