Rûniştina biharê ya parlamentoyê vê hefteyê dest pê dike

2023/02/5465-1675669376.jpg
Прочитано: 1476     11:00     06 Февраль 2023    

Rûniştina biharê ya parlamentoya Gurcistanê wê vê hefteyê vebe. Rûniştin wê di 7'ê Sibatê de bi rûniştina giştî vebe.

Mijarên sereke yên civîna biharê nirxandin û qebûlkirina pêşnûmeqanûnên ku di çarçoveya pêşniyara Ewropayê ya ji 12 xalan de hatine destpêkirin e. Di nav wan de guhertinên di zagona "Dadgehên Giştî" û yasaya "Derbarê Deoligarşîzkirinê" de hene.

Her wiha di rojeva meclîsê de hilbijartina Parêzgarê Giştî, endamên Lijneya Bilind a Edaletê ku ne dadger in û serokê komîsyonê jî di rojeva meclisê de ne û heta niha di navbera aliyên siyasî de lihevkirinek çênebûye.

Di nîva ewil a rûniştina biharê de wê parlamento li ser mijarên herî girîng ên welêt guhdariya Serokomar Salome Zurabishvili bike.

Rojeva rûniştina giştî ya 7'ê Sibatê wê ji aliyê Buroya Meclîsê ve bê diyarkirin.

apsny.ge

Тэги:

Rûniştina biharê ya parlamentoyê vê hefteyê dest pê dike

2023/02/5465-1675669376.jpg
Прочитано: 1477     11:00     06 Февраль 2023    