Însiyatîfa qanûnî ya qedexekirina xwepêşandanên LGBT+ pêşkêşî Parlamentoya Gurcistanê hat kirin

2023/02/3664-1675234890.jpg
Прочитано: 979     11:00     01 Февраль 2023    

Partiya Tevgera Muhafezekar ku li Gurcistanê bi navê tevgera Alt-Info tê naskirin, ji bo qedexekirina xwepêşandanên LGBT+ bi înîsiyatîfa qanûnî serî li Parlamentoya Gurcistanê da.

Ev yek ji aliyê servîsa Gurcistanê ya Radio Liberty ve hat ragihandin, ku karî zanibe ku ew belge di dawiya sala borî de pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin. Nivîskarên projeyê Georgy Kardava, Zurab Makharadze, Irakli û Konstantin Morgoshia, Shota Martynenko ne. Li ser navê "25 hezar hilbijêran" serî li meclîsê dan û xwestin ku xwepêşandan û çalakiyên nûnerên LGBT'ê bi qanûnî bên qedexekirin.

Li gorî pêşnûmeyê tê pêşniyarkirin ku ji bo beşdarên çalakiyan 3 hezar larî cezayê pere were birîn an jî 25 roj ji azadiya wan bê bêparkirin. Ji bo organîzatoran jî 5 hezar dolar cezayê pere yan jî heta 30 roj cezayê girtîgehê tê dayîn. "Tevgera Muhafezekar" di dawiya sala 2021an de wek partî hat qeydkirin. Rêvebirên kanala televîzyonê "Alt-Info" serokên partiyê ne.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Însiyatîfa qanûnî ya qedexekirina xwepêşandanên LGBT+ pêşkêşî Parlamentoya Gurcistanê hat kirin

2023/02/3664-1675234890.jpg
Прочитано: 980     11:00     01 Февраль 2023    