Dahuk: Şewat li kampa penaber û awareyên êzîdî

2023/01/645-1675150026.jpg
Прочитано: 1064     15:30     31 ЯНВАРЬ 2023    

Li kampeke parêzgeha Dihokê ku malbatên penaberên êzîdî û derbideran lê dijîn, şewat derket. Derbarê kuştî û birîndaran de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Dengê Êzdiya, agir bi 3 konên kampeke li devera Simêl a parêzgehê ketiye.

Di encama lêkolîna destpêkê de derket holê ku ji ber çerxeke kurt di konekî de şewat derket û du konên cîran jî şewitîn.

Her sal di zivistanê de şewat li kampên penaber û kesên jicîhûwarkirî çêdibin, ji ber ku malbat di demsala sar de sobeyên elektrîkê bikar tînin.

Di destpêka vê mehê de, konê malbateke êzîdî li kampa Bersiwê ya ser bi parêzgeha Zaxoyê şewitî û ti ziyanên canî çênebûn.

Dengê Êzdiya

Тэги:

Dahuk: Şewat li kampa penaber û awareyên êzîdî

2023/01/645-1675150026.jpg
Прочитано: 1065     15:30     31 ЯНВАРЬ 2023    