Garîbaşvilî bal kişand ser girîngiya projeya nûjenkirina xeta trênê ya Baku-Tiflîs-Qersê

2023/01/54654-1674202338.jpg
Прочитано: 752     11:00     20 ЯНВАРЬ 2023    

Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Garibashvili di gotûbêja giştî ya Foruma Aborî ya Cîhanî (WEF) li Davosê de got, Gurcistan û Azerbaycanê bi hev re projeyên dîrokî yên pir girîng pêk anîne û têkiliyên di navbera welatan de bi demê re hatine ceribandin.

Şanda Gurcistanê bi serokatiya Garîbaşvîlî beşdarî WEF ya salane ya Davosê dibe, ku di wê civînê de bi serkirdeyên cîhanê û bi kompanyayên mezin ên sermayedarên navneteweyî re hevdîtinên berfireh pêk tîne.

Li gorî Garîbaşvilî, têkiliyên di navbera Gurcistan û Azerbaycanê de di asteke bilind de ne, wî bal kişand ser girîngiya projeya nûjenkirina xeta trênê ya Baku-Tiflîs-Qers (BTK).

Proje dê heta dawiya sala 2024an biqede û dê kapasîteya kargêriya BTKê ji 25 milyon ton bibe 48 milyon ton.

Serokwezîr got: "Niha em bi Azerbaycanê re li ser rêya trênê ya Baku-Tiflîs-Qersê dixebitin. Çend meh berê Azerbeycanê ji bo temamkirina vê projeyê foneke zêde veqetand û ev proje dê di sala 2024an de amade bibe."

Xeta trênê ya Baku-Tiflîs-Qersê di 30ê Cotmeha 2017an da ket meriyetê. Bi tevahî dirêjahiya BTK 826 km ye. Di sala 2021ê de qebareya barkirina bar li ser vê rêya hesinî 476,9 hezar ton bû.

Gurcistan û Azerbeycanê di 18ê Mijdara 1992an de têkiliyên dîplomatîk danîn. Welat di warên bazirganî, veguhestin, enerjî, çêkirin û lojîstîkê de bi awayekî aktîf hevkariyê dikin.

Welat şirîkên stratejîk in û hem di qalibekî dualî de hem jî di çarçoveya projeyên navneteweyî de bi awayekî aktîf hevkariyê dikin. Bi taybetî projeyên ku ji bo tevahiya herêmê girîngiyeke stratejîk in, rêya hesinî ya Baku-Tiflîs-Qersê, xeta petrolê ya Baku-Tiflîs-Ceyhanê û Korîdora Gazê ya Başûr in.

Azerbaycan yek ji pênc hevkarên sereke yên bazirganiya Gurcistanê ye.

Di navbera Çile-Mijdara 2022'an de ticareta di navbera welatan de li gor heman heyama sala 2021'an ji %16,9 zede bü ü derket 1,2 milyar dolari.

Тэги:

Garîbaşvilî bal kişand ser girîngiya projeya nûjenkirina xeta trênê ya Baku-Tiflîs-Qersê

2023/01/54654-1674202338.jpg
Прочитано: 753     11:00     20 ЯНВАРЬ 2023    