Human Rights Watch: Nêzîkî 3000 jin û zarokên Êzidî piştî revandina DAIŞê winda ne

2023/01/4654-1674115624.jpg
Прочитано: 3229     12:30     19 ЯНВАРЬ 2023    

Human Rights Watch di raporta xwe ya salane ya 2022an de behsa mijara civaka êzîdî li Iraqê kir: “…Human Rights Watch û yên din sîstemeke destavêtina organîze, koletiya seksî û zewaca bi darê zorê ji aliyê DAIŞê ve li ser jin û keçên êzîdî belge kirine. Lê belê, Human Rights Watch ti halet nedîtin ku endamekî DAIŞê bi van tawanên taybet hatibin dadgehkirin an mehkûm kirin, di nav de dema ku tawanên li dijî wî bûne tawanên şer, tawanên li dijî mirovatiyê, an jî qirkirinek li dijî Êzdiyan. Nêzîkî 3,000 jin û zarokên êzîdî piştî ku ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, winda ne, lê ti hewldaneke sîstematîk ji aliyê desthilatên Îraqî ve ji bo rizgarkirina wan an misogerkirina vegera wan nîne. Li şûna wê, hemû xebatên rizgarkirinê bi piranî ji aliyê malbat û xwebexşên êzîdî ve dihatin kirin.

Di Adara 2021ê de Parlamentoya Iraqê yasaya Rizgariya Jinên Êzidî qebûl kir. Yasayê gelek tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin wek jenosîd nas kir, di nav de revandin, koletiya zayendî, zewaca bi darê zorê, ducanîbûn û kurtajkirina jin û keçên Êzidî, Tirkmen, Xiristiyan û Şebek. Di qanûnê de ji bo kesên sax maye, tedbîrên ji bo rehabîlîtasyonê û ji nû ve entegrasyona wan a di nava civakê de tê dayîn.

Lê heta niha cîbicîkirina bi bandor a vê qanûnê nehatiye misogerkirin, beşek ji ber astengiya avakirina hikûmeta nû û beşek jî ji ber nebûna darayî. Di meha Tebaxê de, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo Koçberiyê (IOM) ragihand ku zêdetirî 200,000 Êzîdî rizgar bûne hîn jî neçar in ku malên xwe biterikînin…

www.hrw.org/world-report/2023/

Тэги:

Human Rights Watch: Nêzîkî 3000 jin û zarokên Êzidî piştî revandina DAIŞê winda ne

2023/01/4654-1674115624.jpg
Прочитано: 3230     12:30     19 ЯНВАРЬ 2023    