Serokwezîrê Iraqê ji Serokomarê Almanyayê re: Iraq spasiya Almanyayê dike ku piştgiriya pêkhateya Êzdiyan dike

2023/01/4854-1673852385.jpg
Прочитано: 966     12:30     16 ЯНВАРЬ 2023    

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di serdana xwe ya Almanyayê û hevdîtina bi Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re, derbarê pirsgirêkên kêmîneya êzdiyên li Iraqê dijîn, çend mijar anîn ziman.

Mihemed Şîa Sûdanî serokwezîrê Iraqê, xweşhaliya Iraqê ji bo piştevaniya Almanya ji kêmîneya êzdiyan a vî welatî nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku her pêngavek ji bo şermezarkirina tawanên terorîstên DAIŞê û piştevanîkirina ji kêmîneya êzdî ji aliyê Iraqê ve tê pêşwazîkirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Almanya Frank Walter Steinmeier soz da ku dê li ser hevkarî û alîkariya pêkhateyên êzdî yên ku li Iraqê dijîn berdewam bin û rêyên vegerandina penaberên êzdî bo cihên wan ên daîmî bibînin.

Dengê Êzdiyan

Тэги:

Serokwezîrê Iraqê ji Serokomarê Almanyayê re: Iraq spasiya Almanyayê dike ku piştgiriya pêkhateya Êzdiyan dike

2023/01/4854-1673852385.jpg
Прочитано: 967     12:30     16 ЯНВАРЬ 2023    