Hikûmeta Îraqî armanc dike ku heta dawiya sala 2023 hemû kampên penaberên êzîdî bigire

2023/01/8970-1673334101.jpg
Прочитано: 1068     12:30     10 ЯНВАРЬ 2023    

Hikûmeta Îraqî çend mercan pêşkêşî penaber û awareyên êzîdî yên li kampan dike daku vegerin deverên xwe yên mayînde.

 Koçberên Şingalê dibêjin ku vegera wan bi çend mercan ve girêdayî ye, di nav wan de ewlekariya aram li herêmê û wergirtina qerebûkirinê wek bersivdana hewlên hikûmeta federal a Îraqî ji bo girtina hemû kampên bêwaran.

Li gorî yek ji xalên bernameya kar a hikûmeta federal a bi serokatiya Mihemed Şîa El-Sûdanî, ku di dawiya Cotmeha 2022’an de pêbaweriya parlamentoyê wergirtibû, divê di nava 6 mehan de hemû kesên derbider bo cihên xwe bên vegerandin. û ev yek ji zêdetirî milyonek welatiyên ku berê hîn di rewşa kesên bêwar de ne, li gorî statîstîkên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) dihewîne.

Di kongreyeke rojnamevanî de ku roja 29.12.2022ê Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Evan Jabro tekez kir, ku li gorî bernameya karê hikûmetê, dê di nava 6 mehan de dosyayên awareyan li Iraqê werin lêkolînkirin.

Zêdetirî 600,000 aware li Kurdistanê hene, beşek ji wan li 26 kampan belav bûne, êzdî ji sedî 30ê tevahiya awareyan pêk tînin, ku piraniya wan xelkê Şingalê ne.

Dengê Êzdiya

Тэги:

Hikûmeta Îraqî armanc dike ku heta dawiya sala 2023 hemû kampên penaberên êzîdî bigire

2023/01/8970-1673334101.jpg
Прочитано: 1069     12:30     10 ЯНВАРЬ 2023    