Çalakvanên Êzidî bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên sivîl dikin ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin

2022/12/87785-1672384313.jpg
Прочитано: 781     15:30     30 Декабрь 2022    

Komeke çalakvanên Êzidî ya ji rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek belav kir û tê de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku destwerdanê bike ji bo rawestandina êrîşên çeteyên terorîst li ser bajarên bakurê rojhilatê Sûriyê.

Daxuyanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Kamişlo bi sê zimanên êzdî, erebî û îngilîzî bi amadebûna nûnerên 18 rêxistinên sivîl hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku saziyên navneteweyî yên têkildar li hemberî êrîşên çeteyên terorîst û komên sûcdar ên herêmî yên girêdayî wan li herêmê bêdeng in.

Çalakvanan her wiha tekezî li ser wê yekê kirin ku ji ber aktîvkirina komên terorîst, tawanên şer pêk anîne, di nava salê de 19 sivîl hatine kuştin ku di nav wan de jin, zarok, xebatkarên pizîşkî û rojnamevan jî hebûn.

Daxuyanî ji nêzîkî 300 sazî û dezgehên civaka sivîl û kesayetiyên siyasî, hiqûqî û rewşenbîrî yên ji 29 welatan re hatiye şandin. Daxuyaniyê bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku berpirsyariya xwe ya mirovî û mafên mirovan ji bo rawestandina êrîşên dubare yên çeteyên terorîst li bakurê rojhilatê Sûriyê û parastina jiyana sivîlan bi cih bîne.

Kamişlo/Ezdîna

Тэги:

Çalakvanên Êzidî bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên sivîl dikin ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin

2022/12/87785-1672384313.jpg
Прочитано: 782     15:30     30 Декабрь 2022    