Ato Keranî li Cenevreyê: Êzdî neteweyek cuda ne, tiştekî bi navê kurdên êzdî û erebên êzdî nîne

Hefteya borî li Cenevreyê, di Foruma Mafên Kêmarên Olî ya Neteweyên Yekbûyî de, nûnerê Êzdiyan, çalakvan Ato Keranî axivî.
Keranî di axaftina xwe de bal kişand ser zilm û zordariya li ser Êzidiyên Rojhilata Navîn, ku Êzidî ne Kurd in û ev nêrîneke şaş e. Çalakvanê êzîdî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku giringiyê bidin pirsgirêkên kêmîneya êzîdî.
Beşek biçûk ji axaftina Ato Keranî ya li ser forumê:
“Xanim û birêzan, ez spasiya we dikim ji bo derfeta beşdarbûnê û parvekirina xemên me yên îro derbarê gelê Êzidî de. Ez nûneratiya rêxistineke mafên mirovan dikim ku bi pirsgirêkên kêmîneya êzdiyan re mijûl dibe.
Êzdî olek e, çand û dîroka me heye, hejmareke mezin ji dewletan vê çandê nas dikin. Gotina - gotina kurdên êzîdî ne rast e û wateyek wê jî tûna ya, ji ber ku em ne kurd û ne jî ereb in. Êzdî di dîroka xwe de vedigerin zêdetirî 6000 salan. Ji ber vê yekê ez dubare dikim, êzdî neteweyek cuda ne, tiştekî bi navê kurdên êzdî û êzdiyên ereb nîne. Êzdî li Rojhilata Navîn nifûsa xwecihî ya serdest in. Di dîroka xwe de zêdetirî 74 qetlîam li me hatine kirin, civaka navneteweyî hema bêje ji bo garantîkirin û parastina mafên Êzidiyan li Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê tiştek nekiriye.
Di sala 2014’an de qirkirina Êzidiyan hate plankirin û bi temamî ji holê rakirina Êzidiyan hate xwestin. Em xwedî çanda xwe, zimanê xwe û dîroka xwe ne, lê em ji îmkana bikaranîna zimanê xwe li herêmên ku lê dijîn bêpar in, lewma em ê di nava çandên Kurdî û Erebî de asîmîle bibin.
Destûr nayê dayîn ku em mafên xwe yên olî, siyasî û çandî jî di nav de, bi dest bixin, ji ber ku axa me ji aliyê Ereb û Kurdan ve hatiye dagirkirin, nahêlin em mafên xwe yên li ser axa xwe bikin.”
Тэги: