Dihok-Niştecihên Êzidî gazinan ji nebûna nexweşxane û beşên jidayikbûnê li kampan dikin

2022/10/53356-1665040102.jpg
Прочитано: 919     15:30     06 Октябрь 2022    

Êzidiyên koçber ên li Dihokê, li kampa Mam Raşan dijîn, daxwaza vekirina nexweşxaneyek an jî beşa jidayikbûnê dikin. Li gorî çavdêriyên medyaya xwecihî, ji 15 kampên di nava sînorên herêma Dihokê de, tenê li kampekê beşa jidayikbûnê heye.

“Vekirina nexweşxaneyek jidayikbûnê ji bo me pêwîstiyek e ji ber ku bi sedan malbatên xizan hene ku otombîlên wan nînin ku di dema welidandin û her rewşa awarte de jinan bigihînin nexweşxaneyên bajêr, yan jî nikarin lêçûnên welidandinê li nexweşxaneyên taybet ragirin. pêdivî ye ku di hundurê kampê de beşê jidayikbûnê were vekirin, ev tişta ku hemû jinên kampan daxwaz dikin," çalakvana êzîdî Semîra Badal, ku li kampa awareyan a Kibertu dijî, got.

Li ser hejmara zarokên nû ji dayik bûne di nav malbatên êzdî yên derbider de ti amar nînin.

Li gorî rayedarên herêmê, ji ber ku li hemû kampan ne pêkan e beşên jidayikbûnê bên vekirin ev yek piştgiriyeke madî ya mezin û veqetandina personelên bijîjkî hewce dike. Li hinek kampên di nava sînorên îdareya Zaxo ya Dihokê de, ambûlans ji bo veguhestina jinên ducanî û rewşên din ên hawarçûnê hatine terxankirin, daku bi şev xizmeta nexweşan bikin.

325 hezar aware li parêzgeha Dihokê dijîn, 135 hezar ji wan li 15 kampan belav bûne û yên mayî jî 190 hezar li derveyî kampan dijîn.

Ammar Azîz

Тэги:

Dihok-Niştecihên Êzidî gazinan ji nebûna nexweşxane û beşên jidayikbûnê li kampan dikin

2022/10/53356-1665040102.jpg
Прочитано: 920     15:30     06 Октябрь 2022    