Bi beşdariya Bawe Şêxo, civîna lihevhatinê ya du malbatên Êzidî hate lidarxistin

2022/09/6-1664520689.jpg
Прочитано: 1538     15:30     30 Сентябрь 2022    

Vê hefteyê li mala Rêberê ruhanî yê Êzdiyan Bawe Şêx, civînek ji bo lihevanîna malbatên êzdî (Şêx Husên Şêx Xdra) û malbata (Rûşû Keto Ebdullah) ji êla Telqasaba hat lidarxistin. Di navbera van malbatan de nakokî derket, ku bi beşdariya ruhaniyan, bi aştiyê bi dawî bû.

Beriya Bawe Şêx lihevhatina herdu malbatan li gor urf û edetên êzdiyan pêk dihat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di civînê de hejmareke zêde ya êzdiyên payebilind û nûnerên oldarên Şingalê amade bûn.

Weke ku em dibînin, êzdiyên Iraqê hîn jî li gor urf û edetên kevnar dijîn, hurmeta mezin û rûhanî digirin, nakokiyên di navbera malbatan de bi awayekî şaristanî dikarin bên çareserkirin.

Êzdiyên ku li herêmên Yekîtîya Sovyeta berê dijîn, ji mêj ve ye ku kevneşopîyên weha pêk neanîne û mijarên nakokî carinan mixabin bi trajîk bi dawî dibin.

Тэги:

Bi beşdariya Bawe Şêxo, civîna lihevhatinê ya du malbatên Êzidî hate lidarxistin

2022/09/6-1664520689.jpg
Прочитано: 1539     15:30     30 Сентябрь 2022    