Hunermendê Êzidî ji ber guleyên şerê berê tabloyan diafirîne

2022/09/32-1663915762.jpg
Прочитано: 973     15:30     23 Сентябрь 2022    

Husên Hacî Osman ku li herêmê bi navê Husên Baadrî tê naskirin, topên vala yên çekdarên DAIŞê ji bo teqekirina êzîdiyan bi kar dianîn kom kirin û ew kirin tabloyên ku nûnertiya aştî û jiyana hevbeş a gelê Êzidî di civaka Iraqê de dikin.

Husên berî du salan serdana gundê Koço yê Şingalê kiribû, cihê ku bi hovîtî û komkujiyên terorîstên DAIŞê li ser xelkê êzîdî tê naskirin. Li wî gundî zêdetirî 2000 fîşekên vala ji bo çekên cûrbecûr di çenteyan de hatin berhevkirin û wê demê hunermend hat hizra xwe ku bi alîkariya qalikan hemû êşên êzdiyên ku ji qirkirinê rizgar bûne ji nû ve biafirîne.

Hunermend dibêje:

“Heta îro min 25 tablo çêkirine. Armanca min tenê ew e ku ji cîhanê re bibêjim ku em sembolên xerabiyê yên ku DAIŞ’ê bi sedan mirov li Şengalê qetil kirin, vediguherînin tabloyên aştî, mirovahî û jiyana hevbeş. Em şer naxwazin, em ji aştiyê hez dikin. Min tabloyên xwe li avahiya Parlamentoya Kurdistanê, Baadra, Şêxan û gelek cihên din pêşan da.

Em şer naxwazin, em ji aştiyê hez dikin. Min tabloyên xwe li avahiya Parlamentoya Kurdistanê, Baadra, Şêxan û gelek cihên din pêşan da.

Ammar Ezîz-Dihok

Тэги:

Hunermendê Êzidî ji ber guleyên şerê berê tabloyan diafirîne

2022/09/32-1663915762.jpg
Прочитано: 974     15:30     23 Сентябрь 2022    