Nadiya Murad di civîna Neteweyên Yekbûyî de: Em dest jê bernadin, lê pêwîstiya me bi alîkariya we heye

2022/09/465-1663915654.jpg
Прочитано: 1107     12:30     23 Сентябрь 2022    

Çalakvana Êzidî Nadîa Murad, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê, di civînekê de bi boneya 30. salvegera qebûlkirina Danezana Mafên Kêmarên Netewî, bang li hemû welatan kir ku dawî li cihêkariyê bînin.

Nadiya Murad bang li welatên endam û tevahiya civaka navdewletî kir ku gavên pratîkî bavêjin da ku îdealên daxuyaniyê wergerînin rastiyê. Wê diyar kir ku 8 sal di ser êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundê wê re derbas bûne û wiha got:

“Piraniya Êzdiyan îro hîn jî li kampên awareyên navxweyî li Kurdistana Iraqê dijîn. Malên me hîn wêran bûne, gund, erdên ku Êzdî lê dijîn, radestî gelê Ereb tên kirin. Em hîn di tirsa DAIŞ’ê de dijîn.”

Nadiya diyar kir ku hindikahiyên li Iraqê daxwaza qanûnên ewlekarî û nehiştina cudakariyê, dengdana di hikûmetê de û temsîliyeta adil û wekhev di perwerde û civaka sivîl de dikin.

“Em daxwaza mafên bingehîn dikin, lê heta niha daxwazên me hindik îlhama çalakiyê dane. Her roj zêdetir mirov pê bawer in ku divê hewl bidin koçber bibin. Ev biryara bi êş çareya dawîn e ji bo hindikahiyên êzîdî yên ku li Iraq û Sûriyê dijîn, lê em dizanin ku hinek Êzidî hene ku dixwazin vegerin malên xwe.

Em dev jê bernadin, lê pêwîstiya me bi alîkariya we heye. Pêwîstiya me bi civaka navdewletî heye ku tevbigere da ku nîşanî cîhanê bide ku ew bi îdealên ku di vê biryarnameyê de hatine destnîşan kirin bawer dike. Em encamên tirsnak ên bêçalakîtiyê dizanin. Em we vedixwînin ku di vê têkoşîna edaletê de bibin hevparên me.”

bahzani.net

Тэги:

Nadiya Murad di civîna Neteweyên Yekbûyî de: Em dest jê bernadin, lê pêwîstiya me bi alîkariya we heye

2022/09/465-1663915654.jpg
Прочитано: 1108     12:30     23 Сентябрь 2022    