Reqeman û rastiyên koçberiya Êzdiyan

2022/09/04-1662791789.jpg
Прочитано: 1606     15:00     10 Сентябрь 2022    

Ji 1,5 milyon êzîdî li cîhanê, hejmara herî mezin - li ser 550,000 - li Iraqê dijiyan, ku hejmara wan kêmtir li Tirkiye û Sûriyê ye. Koçberiya bi dehan salan bû sedem ku hejmareke mezin ji êzîdiyan koçî Ewropayê bikin, nemaze Almanya, ku derdora 150,000 êzîdî ji bilî Swêd, Fransa, Belçîka û Rûsyayê, wergirtine.

Lê ji sala 2014an ku DAIŞê êrişî Şingalê kir, nêzîkî 100 hezar êzîdî ji Iraqê koçberî Ewropa, Amerîka, Awustralya û Kanada bûne. Îro, li bakur-rojavayê Iraqê, nêzîkî 360,000 kes hîn jî di kampên awareyan de dijîn. Tenê çend hezar kes vegeriyane Şengalê, ku piraniya xaniyan hîn wêran in û elektrîk, ava paqij û nexweşxane kêm in.

Êzdî dibêjin ku di tevahiya dîroka xwe de rastî 74 çewsandin û jenosîd hatine, ku ya herî dawî û ya herî xirab di encama êrîşa DAIŞê de di sala 2014an de pêk hat, li gorî Encûmena Bilind a Rûhanî ya Êzdiyan ya Iraqê.

Cîhana Nû - Saman Daoud

Тэги: #Êzdîxan   #DengêÊzdiyan   #Êzidî   #MlêtêÊzidî  

Reqeman û rastiyên koçberiya Êzdiyan

2022/09/04-1662791789.jpg
Прочитано: 1607     15:00     10 Сентябрь 2022    