Mala Êzdiyan li Helsîngborgê: Hevdîtin bi Wezîrê Darayî yê Swêdê re

2022/09/7891-1662708849.jpg
Прочитано: 1081     15:30     09 Сентябрь 2022    

Bi saya hewildanên birêz Ola Möller, parlementera Swêd ji Partîya Sosyal Demokrat û birêz Mickey Magnusson, endamê rêxistina partîya Helsingborgê, di navbera şanda Mala Êzdîyan ya Helsîngborgê de hevdîtinek pêk hat. bi wezîra darayî û alîkariyê ya Swêdê, Magdalena Andersson re.

Armanca vê civînê gihandina peyamê ji wezaretê re ye ku alîkariyên diravî yên mirovî yên ku dewleta Swêdê bi riya rêxistinên mirovî yên navneteweyî dişîne Iraqê, ji bo gihandina vê alîkariyê ji Êzdiyan re pêwîstî bi çavdêriyeke cidî heye.

Piştî civînê û bi talîmata wezîr û alîkarê wê, komîteyek ji bo peywendiyê bi rêxistina swêdî SIDA re li Iraqê, ku berpirsê belavkirina alîkariyan e, bê avakirin, daku kesên ku rastî hewcedariyên wan bên, piraniya alîkariyên şandî werbigirin.

Mala Êzdiyan li Helsingborgê spasiya Wezîra Maliyeyê Magdalena Andersson dike ji bo bersiva wê ya bilez li ser banga rêxistinê. Her wiha gelek spas ji bo hemû kesên ku keda wan di organîzekirina vê civînê de heye hatin kirin.

Mala Êzdiyan li Helsingborg, Swêdê

Тэги:

Mala Êzdiyan li Helsîngborgê: Hevdîtin bi Wezîrê Darayî yê Swêdê re

2022/09/7891-1662708849.jpg
Прочитано: 1082     15:30     09 Сентябрь 2022    