Neteweyên Yekbûyî daxwaza hilbijartinên adil bi beşdariya kêmîneyên etnîkî yên li Kurdistana Iraqê dike

2022/08/04-1660373524.jpg
Прочитано: 1283     15:00     13 Август 2022    

Nûnertiya Netewên Yekgirtî ji bo Iraqê (UNAMI) bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku nakokiyên xwe çareser bikin û bilez bizavê bikin ji bo lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên adil bi beşdariya kêmîneyên netewî yên li Kurdistana Iraqê wek: Êzdî, Aşûrî, Fars, Tirkmen, Xirîstiyanên Ereb.

Erokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya û nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê UNAMI Janine Hennis-Plasschert jî amade bû.

Plasschert li ser girîngiya lihevkirina partiyên siyasî di mijara hilbijartinan de û diyarkirina roja pêvajoyê de axaftinek kir. Her wiha piştevaniya tam a Netewên Yekgirtî ji bo birêveçûna serkeftî ya hilbijartinan nîşan da.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bi hevkariya tîma pispor a UNAMI dê gotûbêj û amadekariyên hilbijartinan berdewam bikin.

Hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê, li gor biryara serokatiya di meha Sibatê de, biryar bû di 1ê Cotmeha îsal de were kirin. Lê belê ji ber rêgezên qanûnî yên cuda îhtîmala dengdan di dema xwe de neyê kirin.

Mlêtê Ezidî

Тэги: #MlêtêÊzidî   #Êzidî   #DengêÊzdiyan  

Neteweyên Yekbûyî daxwaza hilbijartinên adil bi beşdariya kêmîneyên etnîkî yên li Kurdistana Iraqê dike

2022/08/04-1660373524.jpg
Прочитано: 1284     15:00     13 Август 2022    