Piştî 8 salan hê jî bêzarî û xwekuştin li ser jinên êzîdî ye Piştî 8 salan jî bêzarî û xwekuştin li ser jinên êzîdî ye

2022/08/29709-1659953249.jpg
Прочитано: 1277     12:30     08 Август 2022    

Zêdetirî 250,000 êzdî hîn jî li kampên li Îraqê dijîn ku bi taybetî ji bo wan û ji bo wan kesên ku ji destê DAIŞê reviyane di dema dagîrkirina wê bo ser Îraqê û kontrolkirina wê ya sêyeka axa wê, ku jimareke tawanên dijî mirovahîyê kirine, li gorî NY. tesnîfkirin û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, ev sûc jenosîd in.

Di nava sûcên ku weke jenosîd hatine naskirin, komkujî û dîlgirtina jinan, her wiha wêraniya mezin a li bajarê Şengalê yê herî mezin a Êzidiyan ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de bûye şahidê van komkujiyan, heye.

çarenûsa nenas

Êzidiya rizgarbûyî Hala Sefil ku piştî derbasbûna 3 salan di destê DAIŞ'ê de heştemîn salvegera rizgarbûna xwe pîroz kir, diyar kir ku gelek jinên Êzidî yên hatine revandin hîn winda ne û yên hatine berdan nikarin vegerin jiyana xwe ya berê. Beşek ji wan tevî nebûna piştevaniya dewletê û cîbicîkirina yasaya li ser êzdiyên rizgarbûyî heta niha, ji ber rewşa aborî ya dijwar û di peydakirina kar de zehmetiyan dikişînin.

Sefil dide zanîn ku hîn zêdetirî 2 hezar û 800 jin û zarokên êzîdî revandî ne û hikûmeta Iraqê jî ji bo dîtina wan û pêkanîna komîteyek derbarê vê mijarê de ti gavan navêje. Wê nerazîbûna xwe li hember têkçûna hikûmeta Iraqê ji bo nehiştina êzîdiyên sax nîşan dide, ji ber ku ti piştevaniya aborî û manewî ji hikûmetê wernegirtiye ku alîkariya wan bike ji nû ve tevlî civakê bibin: “Dema ku ez 5 sal berê hatim berdan, min dest bi kar kir. Weke karmendê xizmetguzariyê di navendeke pizîşkî ya taybet ji bo awareyan, îro ez birêveberê Rêxistina Navdewletî ya Yezda me, ku gelek piştgirî daye min û rizgarbûyên êzîdî.”

Dengê Êzdiya

Тэги:

Piştî 8 salan hê jî bêzarî û xwekuştin li ser jinên êzîdî ye Piştî 8 salan jî bêzarî û xwekuştin li ser jinên êzîdî ye

2022/08/29709-1659953249.jpg
Прочитано: 1278     12:30     08 Август 2022    