150 keçên rizgarbûyên destê DAIŞê

2019/03/50418-1552206179.jpg
Прочитано: 2003     16:21     10 Март 2019    

Şingal– 150 keçên rizgarbûyên destê DAIŞê, roja 8ê Adarê li Perestgeha Lalişê bûn, ew keç ku di demên cuda de ji destê DAIŞê rizgar bûne, ji 10 kampên cuda, çûne Perestgeha Lalişê û çend merasînên olî kirin. Kurdên Êzidî dixwazin êdî cîhan were deng û ew keç û zarokên mayî rizgar bikin.Di êrişa DAIŞê de bo ser Şingalê 6 hezar û 417 kes ketin destê çekdaran, ji wan 3 hezar 373 kes rizgar bûn.Nesrîn Muhyî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, diyar dike ku ew daxwaz dike ji hemû aliyan, mafên wan winda nekin, îro roja mafê jinan e, lê dibêje ku ti mafê wan tine ye, heta 50 keç û jin li Baxozê hatine serjêkirin, ma ev mafê mirovî ye, hûn her li ku bin, çima hûn keç û jinan rizgar nakin.Keça 15 salî ya bi nave Şehla, dema di destê DAIŞê de bû, destê wê hatiye daxkirin. Şehla Ezîz ji rêzgirtina li wan 50 keç û jinên Kurdên Êzidî yên li Baxozê hatine serjêkirin, 50 gul danîn.Şehla Ezîz destnîşan kir ku wan dengê xwe gihandine cîhanê, lê dibêjin DAIŞ nemaye, lê belê hêj heta 50 keç û jin hatine serjêkirin. Ziyaretkarên ku ji 10 kampên cuda hatine, 15 mêvanên biyanî yên welatên Ewropayê bi xwe re anîne, daku dengê xwe bigihînin cîhanê.Ji temamê 6 hezar û 417 kesên ku ketine destê DAIŞê û 3 hezar û 373 kes rizgar bûne, piraniya wan keç û jin in.

Тэги: ezid   yazidisinfo   singal  

150 keçên rizgarbûyên destê DAIŞê

2019/03/50418-1552206179.jpg
Прочитано: 2004     16:21     10 Март 2019    