Iraq: Jinên Êzidî yên sax man wê li şûna tazmînata madî, alîkariya însanî bi rengê sindoqên xwarinê werbigirin

2022/07/01-1656743508.jpg
Прочитано: 1722     12:00     02 Июль 2022    

Wezareta  Civakî ya Iraqê piştî bernameya paqijiya etnîkî ya sala 2014 -an, li gorî qanûna pêwendîdar piştî erêkirina Rewşa Awarte, niyeta xwe ya qeydkirina Êzîdiyên sax mayî eşkere kir.

Qanûna Alîkariya Lezgîn 25 milyar dînar ji bo Wezaretê hat veqetandin.

Ofîsa Rizgarbûna Êzdiyan

Gerînendeyê giştî yê Midûriyetê Serab Elyas di hevpeyvîneke xwe de li gel rojnameya Al-Sebah diyar kir ku qanûna desteka lezgîn 25 milyar dînar ji midûriyetê re wek budcejiya dayîna mûçeyan ji karkeran re û kirêkirina navendên midûriyetê li parêzgehên ku ji terorê bandor bûne veqetandiye.

Daîreyê diyar kir, piştî ku jinên sax man ji mekanîzmaya piştrastkirinê derbasî databaseyê bibin ku alîkariyê werbigirin, wê karibin tazmînatê werbigirin, yanî ji Bo Êzidiyên sax mane wê bi rengê qutiyên xwarinê alîkariya însanî bê kirin. û ew jinên Êzdî yên ku li derveyî Iraqê dijîn, piştî ku bi rêya balyozxaneyên Iraqê peywendî bi wan re kirin, dê di bingeha wergirtina qerebûyê de bi forma elektronîk bihên danîn.

Li gorî nûnera wezaretê dê biçe çend welatan da ku pêwendiyê bi Êzidiyên sax re deynin, hin bernameyan aktîf bikin, pêdiviyên wan bibînin û çalakiyên xwe bi rêxistin û hikûmetên li van welatan re koordîne bikin û diyar kir ku zarokên jinên Êzidî ku bavê wan terorîstên DAIŞ'ê ne li dijî îradeya wan nakeve bin qanûna "rizgarkerên Êzidxanê"

Li gorî qanûnên Iraqê jinên Êzidî yên mexdûrên şîdetê ne ku zarokên wan ji terorîstên DAIŞ-ê hene, ti mafên wan nîne. Zarokên wan ne Êzidî ne, lê wê welatiyên Iraqê bên hesibandin, wê ti alîkariyê wernegirin û nikarin di nava ti bernameyekê de cih bigirin ku sûd û alîkariyê ji dewletê bigirin.

Rifat Hajî

Тэги: #Êzidî   #MlêtêÊzidî   #DengêÊzdiyan  

Iraq: Jinên Êzidî yên sax man wê li şûna tazmînata madî, alîkariya însanî bi rengê sindoqên xwarinê werbigirin

2022/07/01-1656743508.jpg
Прочитано: 1723     12:00     02 Июль 2022    