Di raporta li ser mijara penaberên Êzidî yên di Gulana 2022 de ji aliyê konsula   Norwêgiê ve hatin weşandin de

2022/06/image-1656488979.jpg
Прочитано: 222     12:30     29 Июнь 2022    

Ji bilî pevçûn û ewlekariyê, di mijara aramiya li Şengalê de du faktorên din ên diyarker hene. Ya yekemîn, ev rewşeke aborî ye ku derfetên kar kêm in û ya duyemîn jî peydakirina xizmetên bingehîn û destpêkirina xebatên sererastkirinê.

Raporte ji aliyê Norwêgiê ve di Gulana 2022 de hatiye weşandin û tê de tê gotin ku wêraniya berfireh li herêmên Êzdiyan, ewlehî û aloziyên civakî rê li pêşiya vegera nêzî du ji sêyan a welatiyên Êzidî yên Şengalê digire û di heman demê de destnîşan dike ku ji sedî 99 kesên ku malên wan hatine wêrankirin an jî ziyan dîtine û daxwaznameyên tezmînatê pêşkêşî hikûmetê kirine  tazmînat hînê nehatiye dayîn. Di raporê de hate gotin , " Tevî Êzidî , Ereb û Kurdan nêzî 193 000 kes hê jî di rewşa ji cih û warên xwe bûne de dijîn. "

Jineke Êzidî ya koçberbûyî ya ji Dahûqê Leyla Kassem ku mala wê ya li Şengalê hilweşiya ye wiha dibêje: "Piraniya şêniyên Şengalê xizan in û nikarin xaniyên xwe yên hilweşiyayî ji nû ve ava bikin, hikûmet jî tazmînatê nade wan. Li bajar û gundên me hemû binesazî xera bûne û rayedarên li Nînovayê bi rengekî vekirî radigîhînin ku ew ê kampanyayên ji nû ve avakirinê yên demdirêj nekin."

Raporta weşandî nîşan dide ku pevçûnên vê dawîyê rê li ber veqetandina pitir ji 10.260 kesan vekirine ku piranîya wan du-sê kesên berê hatine veqetandin, di encama lêkolîna nerînên 1.500 kesên ku hatine koçber kirin nîşan didin ku 64 % ji wan gotine ku malên wan gelek zirar dîtine û ji 32% jî xema xwe li ser rewşa ewlehîyê nîşan didin.

Тэги:

Di raporta li ser mijara penaberên Êzidî yên di Gulana 2022 de ji aliyê konsula   Norwêgiê ve hatin weşandin de

2022/06/image-1656488979.jpg
Прочитано: 223     12:30     29 Июнь 2022    