Tê plankirin ku îro li Tbilîsiyê akcia din a ji bo piştgiriya entegrasyona Ewropayê bê lidarxistin

2022/06/68336-1656059714.jpg
Прочитано: 1809     14:00     24 Июнь 2022    

Aktîvîstên sivîl ên ji tevgera mûxalîf "Sirtskhvilia" ("Şerme"), plan dikin ku îro çalakiyeke din a protestoyî li Tbilîsê lidar bixin.
Çalakî wê bibe dewama mîtînga "Home to Europe" ya ji bo destekkirina entegrasyona Ewropayê lê bi dirûşma "Gurcîstan bê rêveberiya olîgarşîk!" pêk were.
Sirtskhvilia di serlêdana xwe ya li ser tevnên civakî de got- "Di 24'ê Hezîranê saet di 20:00 de em ê li nêzî parlamentê li kolana Rustavelî bicivin û daxwaza xwe ya Ewropayê xwe yên deng ji rayedaran re sererast bikin."
Konseya Ewropayê ya li Bruselê, di 23 'ê Hezîranê de biryar da ku heta reform werin kirin Gurcîstan di şeş mehên pêş de statuya namzetê Yekîtiya Ewropayê nede.
Organîzatorên çalakiyê tînin bîra xwe ku yek ji mercên ji bo bidestxistina statuyê pêşkêşî Gurcîstanê hatiye kirin "de-olîgarşîzasyon".
Aktîvîstên sivîl her wiha behsa biryara Parlamentya Ewropayê ya 9ê Hezîranê dikin ku fikara "rola hilweşîner" ku ji alîyê "olîgarî Bidzina Ivanişvili" di sîyaset û aborîya Gurcistanê de tê lîstin tîne ziman.
Ev biryara Parlamentya Ewropayê ji hêla serokên Partiya “Georgia Dream “anê ya desthilatdar -damezirînerê wê milyarder Bidzina Ivanişvili ve bi navê "bêmaqûl û neheq" hat binavkirin, gelek caran ji bo rêveberiya paş-dîmenan a welêt tê sûcdarkirin.
Di biryara Parlamentya Ewropayê de wiha tê gotin: "Bandora wî ya di asta hikumet û biryardayînê de, tevî pêwendiya xwe bi çewisandina bi motîvasyona siyasî ya li dijî mûxalîf û rojnamevanan jî heye."
Wekî din, di vê biryarê de der barê têkiliyên Ivanishvili yên bi Kremlînê re 'endîşeyên kûr' tên bilêvkirin.
Di vê navberê de “Georgia Dream” da xuyakirin ku ew Ivanişvîlî olîgarş nabînin, ji ber ku par teqawîtbûna xwe ya ji siyasetê ragihandiye. Ew ji serokê berê yê Gurcistanê Mîxaîl Saakaşvîlî, çend hevkarên wî yên berê û herweha ji rêberên opozîsyonê yên niha re dibêjin "olîgarhîa".
Sirtskhvilia berî kirdara xwe vîdyoyeka ajîtasyonê belav kir û tê de daxûyanîyên nûnerên “Georgia Dream” hene ku tê de biryara Parlamentya Ewropayê şermezar dikin, Ivanişvili diparêzin û behs dikin ku gelo Gurcistan dixwaze di van şert û mercan de beşdarî EU bibe yan na.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Tê plankirin ku îro li Tbilîsiyê akcia din a ji bo piştgiriya entegrasyona Ewropayê bê lidarxistin

2022/06/68336-1656059714.jpg
Прочитано: 1810     14:00     24 Июнь 2022    