Biznesmena Gurcistanê dê biçin Elmanyayê da ku hunerên xwe baştir bikin

2022/06/46556-1655972250.jpg
Прочитано: 1157     14:00     23 Июнь 2022    

Biznesmena wê derfetê bidest bixin ku berhemên xwe bînin EU bazara 500 milyon.
Di çarçoveya bernameya pêşvebirina pîşeyî ya Fit for Partnership de, zêdeyî 20 biznesmena Gurcistanê wê îsal biçin Elmanyayê, mutabaqata li ser mijarê ji aliyê Alîkarê Wezîrê Aboriyê yê Gurcîstanê Gennady Arveladze û Sefîrê bilindê Elmanyayê Hubert Knirsch ve hat îmzekirin.
Bernameya Fit for Partnership ji aliyê Wezareta Aboriyê û Parastina Avhewayê ya Federal a Elmanyayê (BMWK) û Komeleya Hevkariya Navneteweyî ya Elmanyayê GIZ ve tê organîzekirin ku ji sala 2016'an û vir ve tê meşandin. Di bernameyê da ji bo karsazîyên biçûk û navîn derfetên bazirganîyê yên navneteweyî bên pêşxistin.
Gennady Arveladze got: "Bernameya Fit for Partnership, ji bo karsazên xwecihî firsendek e ku berhemên xwe bînin bazara 500 mîlyon Yekîtiya Ewropayê."
Li gorî Arveladze, Elmanya bi salan e yek ji mezintirîn hevparên bazirganî û razemeniyê yên Gurcistanê ye.
Di dema destpêkirina bernameyê de zêdeyî 150 karsaz tevlî bûn.
Bername, di çarçoveya Peymana Komeleya navbera YE û Gurcistanê de ku Herêmên Bazirganiya Serbest arena “Free trade” (DCFTA) jî di nav de ye, xwedî girîngiyeke taybete.

sputnik-georgia.ru

Тэги:

Biznesmena Gurcistanê dê biçin Elmanyayê da ku hunerên xwe baştir bikin

2022/06/46556-1655972250.jpg
Прочитано: 1158     14:00     23 Июнь 2022    