Charles Michel: Niha dema wê ye ku em bizanin ku pêşeroja Ukrayna, Moldova û Gurcistanê girêdayî EU-ê

2022/06/77768-1655796988.jpg
Прочитано: 918     11:00     21 Июнь 2022    

"Niha dema wê ye ku em pê bihesin ku siberoja Ukrayna, Moldova û Gurcistanê aîdî YE'yê ye. Ez bang li we dikim ku ji bo Ukrayna û Moldovayê statûya namzetan bidin. Paralelî vê em ê destekeke xurt a însanî, leşkerî, aborî û malî ya ji bo Ûkraynayê bidomînin." Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî û peyameke vîdeoyî parve kir.

Li gor gotina wî, ev welat dê neçar bin ku şert û mercên li ser rêya Ewropayê bi cih bînin, Weşanên Giştî yên Gurcistanê dinivîse.

"Ez di wê baweriyê de me ku niha dema naskirina perspektîfa Ewropayê ya Ukrayna, Moldova û Gurcistanê ye. Pêşeroja van welatan û gelên wan li Yekîtiya Ewropayê ye. Bi taybetî jî niyeta min ew e ku em ê biryar bidin ku statuya namzetiyê bidin Ûkrayna û Moldovayê. Eşkere ye ku ev welat wê neçar bin ku şert û mercên li ser rêya Ewropayê bi cih bînin. bi taybetî di biwarê serwerîya qanûnê de û di biwarê şerrê bi gendelîyê re Gelê Ûkraynayê azadî, demokrasî û pêşerojeke Ewropayê hilbijartiye. Û niha ew ji bo vê şer dikin û em li aliyê wan in. Dema şer vegeriya Ewropayê, divê em ne tenê li nava EU, bi hevkarên din ên Ewropayê yên li parzemînê re aramî û ewlekariya xwe xurt bikin. Fikra yekîtiyeke siyasî ya Ewropayê dikare hevkarîyê xurt bike û Ewropayê ewletir û geştir bike. Û ev fikir cihê dirêjkirinê naguherîne. Em bi welatên Rojavayê Balkanan re ji bo yekparebûna wan pêş bixin pêvajoya berfirehbûnê dimeşînin. Balkanên Rojava ji bo Yekîtîya Ewropayê girîng in û Yekîtîya Ewropayê jibo Balkanên Rojava girînge.” Charles Michel di navnîşana xwe de got.

Тэги:

Charles Michel: Niha dema wê ye ku em bizanin ku pêşeroja Ukrayna, Moldova û Gurcistanê girêdayî EU-ê

2022/06/77768-1655796988.jpg
Прочитано: 919     11:00     21 Июнь 2022    