Li Şengalê avahiya dadgehê ji nû ve hate vekirin

2022/06/566-1655454718.jpg
Прочитано: 1031     12:30     17 Июнь 2022    

Vê hefteyê bi saya fînansekirina Bernameya «United Nations Development Program» (UNDP) û Ajansa Pêşvebirina Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USAID) li bajarê Şengalê yê Iraqê ku piraniya şêniyên wê Êzidî lê dijîn, dadgehek ji nû ve hat vekirin.

UNDP-ê di daxuyaniya çapemeniyê de got, "Dadgeha ku xizmetên girîng ên hiqûqî yên mîna rêveberiya edaletê dike û qanûn û hiqûqê dişidîne, di dema dagirkirina terorîstên DAIŞ'ê (Daeş) de zerareke mezin dîtibû."

Dîwana dadgehê saziyeke girînge ku li herêma Şengalê xizmetê ji zêdeyî 25 hezar kesî re dike Şêniyên Êzidî yên xwecihî bi hêviya kar li edliyeyê ne.

Weke ku di daxuyaniya çapemeniyê de jî hat ragihandin, proje di çarçoveya bernameya alayê ya Fona Fînansmana Stalînasyonê de hat bicihkirin.

Di raportê de hat gotin, "Ji sala 2015'an û vir ve USAID bi qasî 400 mîlyon dolarî razemenî li Fonda Fînansmana Stabolasyonê kir, tevî zêdeyî 10 mîlyon dolarî Şengal kir şirîkê pêşeng ê bernameya fonê."

Nûnerê Niştecihbûnê yê UNDP li Iraqê Zena Elî Ehmed diyar kir ku ji nû ve vekirina vê tesîsê di rêya vegerandina Şengalê û pêkanîna dewleta hiqûqê li herêmê de mîladeke girîng e Ji nû ve avakirina binesaziya krîtîk û sererastkirina xizmetên bingehîn ên mîna Edliya Şengalê, ji bo malbatên Êzidî yên biryara vegera li Şengalê didin, mifteya afirandina hawireke ewle û bi rûmete.

Bi saya piştgiriya USAID Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî karî bala xwe bide ser desteka Êzîdiyên ku ji qirkirinê xilas bûne.

Dengê Êzdiyan

Тэги:

Li Şengalê avahiya dadgehê ji nû ve hate vekirin

2022/06/566-1655454718.jpg
Прочитано: 1032     12:30     17 Июнь 2022    